Mirov sosyalîst nayê dinê, mirov dibin sosyalîst

  • 09:04 24 Cotmeh 2025
  • Jineolojî
 
"Pêvajoya diçe Şoreşa Cotmehê dikare wek pêvajoya şareşa jinê bê nirxandin. Ji 1905’an şûnde li Rûsyayê jin bi navê ‘yekitiya mafên wekhev a jinan’  çûne rêxistibûnê. Di kongreya yekemîn a yekîneyê de  mafê dengan, mafê wekheviya heqdest û xizmeta tenduristiya bê pere derketiye pêş. Ev avabûn piştr e wek jinên sosyalîst û burjuva bûye dubeş. Tevlibûna jinan a Partiya Şoreşa Sovyet di salên 1901-1916’an de ji sedî 30 bû. Yên Şoreşa Cotmehê ya 1917’an dan destpêkirin jî jin bûn. "
 
Fatma Koçak
 
Di enterasyonala yekemîn de di salên 1860’î de Proudhon yê anarşîst-sosyalîst yê Fransî û şopdarên wî, di mijara cihê jinê ya şoreşê de di pozîsyonek paşverû de ne. Di kongrey aGotha ya 1875’an ku Augusto Bebel pêşeniya wê kir û navbre akomên Marksîst yên demî de pêk hat, cihê jinan ya di şreşê de hat nîqaşkirin.Bebel wek parçeyek bernaya partiya fermî xwest ji bo jinan mafên wekhev bên dayîn. Lê kongreyê îdia kir ku jin ji bo mafên wekhev ne amade ne û ev red kir. îdeologên çep û tevger jî  li şûna jinan wek kirde bibînin,  wek alav dîtin. 
 
Pelçiqandin li ser nasnameya jinê nayê vegotin, wek berdewama pelçiqandina sermayê tê nirxandin. Pirsgirêkên azadiya jinan wek beriya kapîtalîzm û piştî wê di civakê de didome û ev hincetên îdeolojîk tên vegotin. Têkoşîna jinan bi giştî kişandina qada dij-kapîtalîzmê. Ev xeteke têkoşînê ya rast e û di teoriya marksîst de di mijara çareseriya pirsgirêka azadiyê de bersiva tê dayîn bi sînor e.
 
Karl Marx di teoriya xwe de çîna karkeran esas digire û dibêje kirdeya bi bandor a  rizgariya mirovahiyê ye. Îro jî hîna xwe diparêze ‘asta azadiya jinê asta azadiya civakê diyar dike’. (nivîsên destan yên Marx, Karl, 1844) Tevî vê tspîtê lêkolîneke der barê dîroka bindestiya jinê de pêş nexist. Marx rewşa jinê ji ser ve girtiye dest û piştgûh kiriye. Ji ber vê jî di mijara kirdebûna jinan a di şoreşê de rol û watedarbûnek li jinê nehatiye kirin.  Di pirtûkên Agust Bebel de jin di newekheviya civakê de çawa hatiye bicihkirin bi berfirehî hatiye dest girtin. Li gorî Engels bi pelçiqandina jinan re pergala serdest ya mêr lı seranserê dîrokê xurt bûye.  Di alî malbat û azadiya jinê de tespîtên girîng dike:
“Îdareya malê nirxa gelemperi winda kiriye. Êdî civakê eleqeder nake. Veguheriye xizmeteke taybet. Jina zewicandî bûye xizmetkara sereke, ji tevlibûna hilberîna civakî  bi giştî hatiye durxistin. Di malbatê de mêr burjuva ye, hevjîna wî proleteryayê temsîl dike.”(Friedrich Engels, Koka delwet û mulkiyeta taybet a malbatê)
 
Têkiliya mirovan bi mirovan re, ya bi xwezayê re di heman demê de têkiliya mêr a bi jinê re ye. Ev têkilî têkiliya mirovan a bi xwezayê re derdixe holê. Nerehetiyên diyalektîk ji ser van têkiliyan dertên holê û vedguhere têgîhiştinek berbiçav.Hemû asta pêşketina mirov, ji vê têkiliyê dikare bê nirxandin. Hişmendiya xwebûnê li gorî têkiliyê diyar dibe. Hewcedariya bi kesên din re nîşan dide. Karl Marx û Frîedrîch Engels tevî nivîsên xwe yên kûr yên dîrokî du mêrên burjuva bûn. Cîhan bi nêrîneke diyardeyî dîtin. Ger ew jinbûna, ne pêkanbûn ku xwedî mafê gotinê bûna. Rewşa jinê bi nêrîna mêr dîtin. Jinên kedkar bi perspektîfa mêrên çîna navîn nirxandin.
 
Afrînerê teoriya Marksîst, Karl Marx, têkiliya wî ya bi jinan re bi nivîsên wî yên bi dostê xwe ku Engels jî têde ye re tê dîtin. Marx di nameyên xwe de carnan têkoşîna jinan a di qada polîtîk û gelemperiyê de destek dike carnan jî qurfên xwe dike û carnan jî zimanekî wekî yê burjuva bi kar tîne.(Mary Gabriel, evîn û Kapital). Ev helwesta bi nakok a Marx a li hember jinan di têkiliyên malbatê de jî tên dîtin. Hevjîna wî Jenny jimalbatek arîstokrat ê û Marx hevjîna xwe carnan wek ‘rêheval’ carnan jî wek ‘dayika fedakar’ pênase kiriye.
 
Piştgiriyên Jenny pir caran di bin siyê de dimînin, lê tevî vê di alî belavbûn û pêşketina fikrên Marx de bandorek mezin dike. Jenny di xiznaiyê de du zarokên xwe winda dike û rola wê ya di metnên dîrokî de wek ‘sadik’, ‘cefakar’, ‘ya piştgiriyê dide’, ‘hevjîna baş’, ‘hevjîna ku dixapîne’ hatiye nirxandin.Bêguman di vir de bandora helweta Marx a ku rolên kevneşopî yên mêr ji ser xwe navêtiye, heye.  Ev rastiye ku Mark di jiyana taybet de jî ji bilî hevjîna xwe Jenny , bi jinên din re jî têkilî jiyaye. Bi alîkariya Jenny, Helen Demuth re têkiliya wÎ hebû û ji vê têkiliyê zarokên wî hebû.
 
Keça Jenny, Eleanor jî bi Edward Eavelîng re têliyek trajîk jiya û encama wê de întîxar kir. Ev yek ji bûyerên civakî ya tê zanînê ye. Eleanor li dijî rastiya mêr bê parstin teslîm bûye û trajediya têkçûnê ye.
 
Engels tevî ku azadiya jinan diparêze, beşek mezin a jiyana xwe bi Mary Burns û Lîzzy Burns re di têkiliyeke kevneşopî de derbas kiriye. Wek mêrekî Burjuva bi jinên kark re  têkilî daniye, di dîtbarî de wek ‘têkiliya azad’ binirxîne jî di esasê de hiyerarşiya zayendê û çîna bindest ji nû ve afirandiye.Tevî van tahlîlên fikr û nêrîn yên pêşketî, tespîta ku têkiliya jin û mêr kevneşopiyên çandî çînî yên demî ji holê ranekiriye, gelek di cih de ye.
 
Divê Şoreşa Cotmehê ya sedsala 20’an de pêk hat bê dest girtin. Di encama têkoşîna jinan de di serê salên 1900’î de  di partiyên sosyalîst re rêxistibûna xweser a jinan xweş hatiye dîtin lê ev wek ferz nehatiye qebûlkirin. Bi avabûna dîktatoriya proloterya  ev rêxistibûn belav bûn.  14 sal piştî avabûna Yekitiya Komarên Sovyet Sosyalîst  gotin ‘êdî pirsgirêka rizgariya jinan nemaye’ û yekîneya jinan a Partiya Komunîst a destkeftiya girîng a Şoreşa Cotmehê bû, Genothel hat tasfiyekirin.
 
Xeta têkoşîna jinan seranserê dîrokê parçeyek girîng a têkoşîna civakî bû. Bi taybet gelek pêşengên sosyalîst yên bi îdeolojiya sosyalîst derketin rê, bindestiya jinan wek xeteke polîtîk diyar kirin û mafê jinan parastine, bûne parçeyek şoreşa civakî. di li vir de gotina ‘rizgariya jinan’ çiqas di esasa azadiyê de hatiye runiştinê. Di vir de divê  jinan çiqas dikarin bikin kirdeya têkoşîna şoreşê.
 
Pêvajoya diçe Şoreşa Cotmehê dikare wek pêvajoya şareşa jinê bê nirxandin. Ji 1905’an şûnde li Rûsyayê jin bi navê ‘yekitiya mafên wekhev a jinan’  çûne rêxistibûnê. Di kongreya yekemîn a yekîneyê de  mafê dengan, mafê wekheviya heqdest û xizmeta tenduristiya bê pere derketiye pêş. Ev avabûn piştr e wek jinên sosyalîst û burjuva bûye dubeş. Tevlibûna jinan a Partiya Şoreşa Sovyet di salên 1901-1916’an de ji sedî 30 bû. Yên Şoreşa Cotmehê ya 1917’an dan destpêkirin jî jin bûn. Karkerên jin yên fabrîqeyan , delege hilbijartin û çûn fabrîqeyên din û grev rêxistin kirin. Troçkî vê rewşê wek şoreşa karkerên jin yên tekstîlê bi nav dike.
 
Nîşe: Beşa sêyemîn hefteya pêş wê bê weşandin.