Veguhastina komî li Amedê bi jinên şofêr re bihêztir dibe
- 12:23 24 Cotmeh 2025
- Rojane
AMED - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo misogerkirina wekheviya zayendî, sepana ajokarên jin ku hejmara wan zêde kiribû, di otobusên taybet ên gelêrî de jî mecbûrî kir. Li gorî protokola ku Şaredariya Bajarê Mezin bi Otobusên Taybet ên Gelêrî re çêkiriye, di qonaxa destpêkê de 25 ajokarên jin wê di 1ê Mijdarê de dest bi kar bikin. Bi vê sepanê, hin pirsgirêkên ku di veguhastina giştî de hebûn jî wê çareser bibin.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya protokola bi Otobusên Taybet ên Gelêrî re çêkiriye, ji bo zêdekirina îstîhdama jinan di veguhastina giştî de û misogerkirina wekheviya zayendî di sektora veguhastinê de, dest bi sepaneke nû kir.
Li gorî protokola ku di 26ê Kanûna 2024an de bi Kooperatîfa Otobusên Taybet ên Gelêrî re hatiye çêkirin, piştî rakirina sepana dravdana bi destan di veguhastina giştî de, ji sedî 20ê tevahî hejmara ajokarên ku di otobusên gelêrî de dixebitin wê ajokarên jin werin îstîhdamkirin.
Bi vê sepanê, ku beşdarbûna jinan di jiyana aborî de xurt dike û tevlêbûna wan di hêza kar de zêde dike, tê armanc kirin ku hebûna jinan di qadeke serdest a mêran de, wekî veguhastin, were eşkerekirin û di jiyana giştî ya bajêr de veguhertineke wekhevîxwaz pêk were.
25 ajokarên jin ên ku di qonaxa destpêkê de hatine îstîhdamkirin, perwerdeya ajotinê ya pratîkî qedandin. Jinên ku derketin trafîkê, wê di 1ê Mijdarê de bi awayekî fermî dest bi kar bikin.
'Em armanc dikin ku nêzîkî 100 ajokarên jin werin îstîhdamkirin'
Serokê Daîreya Veguhastinê Temel Cengiz, derbarê protokolê de agahî dan û diyar kir ku di çarçoveya xebata îstîhdamkirina ajokarên jin de li gorî protokolê, di qonaxa destpêkê de bi 25 ajokarên jin hatiye destpêkirin. Cengiz anî ziman ku perwerdehî didomin û got: “Digel vê yekê, em dixwazin hejmara ajokarên jin di otobusên şaredariyê de jî zêde bikin. Her weha em armanc dikin ku nêzîkî 100 ajokarên jin di Otobusên Gelêrî de bixebitin.”
‘Têgîna ‘karê mêran’ wê hilweşe’
Cengiz bal kişand ser wê yekê ku hebûna jinan di veguhastinê de wê xizmeteke veguhastina giştî ya hestiyartir derxe holê û wiha berdewam kir: “Bi hebûna jinan re, em li bendê ne ku veguhastineke giştî ya hestiyartir pêk were. Digel vê yekê, pêvajoyeke bi dîsîplîn li benda me ye. Destlêdana jinan li vê qadê, wê bibe sedem ku têgînên nebaş ji holê rabin. Di heman demê de wê nîşan bide ku jin di vê qadê de jî pir baş dixebitin. Têgîna ‘karê mêran’ jî wê hilweşe.”
‘Ger em di veguhastinê de wekheviyê bi dest bixin, wê serkeftineke mezin be’
Cengiz diyar kir ku wekî Şaredariya Bajarê Mezin xebatên wan ên li ser wergirtina ajokarên jin didomin û got: “Bê guman, heke em di demeke dirêj de karibin vê yekê wekhev bikin, wê serkeftineke mezin be. Em bi taybetî gelekî dixwazin ku jin di vê qadê de bixebitin. Xebatên me yên derbarê vê de wê bidomin.”
‘Kesên me dîtin bi çepikan piştgirî dan, serbilindî da me’
Sevgi Karakaya, yek ji ajokarên jin ên ku wê di Otobusên Taybet ên Gelêrî de dest bi kar bike, diyar kir ku ew mezûna Alîkariya Lezgîn û Rêveberiya Afetê ye, di Ezmûna Hilbijartina Personelên Kamûyê (KPSS) de puana xwestî negirtiye û piştî dîtina projeyê pir ecibandiye û serlêdan kiriye. Karakaya got, “Min fikirî ku tiştek nîne ku jinek bixwaze û pêk neyne. Min jî wekî jinek xwest ku di vê projeyê de cih bigirim,” û diyar kir ku ew ji perwerdeyan derbas bûne û ji bo xebatê amade ne. Karakaya spasiya Şaredariya Bajarê Mezin kir ku qada îstîhdamê ji jinan re vekiriye û wiha berdewam kir: “Li gelek bajaran di qada veguhastinê de ajokarên jin hene. Gelê Amedê jî di vê mijarê de piştgiriyê dide jinan. Gelek hevalên me yên jin û xwendekaran dema em dîtin çepik li me dan û pîroz kirin. Dîtina vê yekê serbilindiyeke cuda da min. Di vî karî de ez zêdetir bi xwestek bûm û bi ramana ku ez dikarim vî karî bikim, min gav avêt. Ez ji bo gelê Amedê siberojên pir xweş dixwazim. Ez difikirim ku em dikarin serkeftî bibin.”
‘Niha em perwerdeyê dibînin’
Berfîn Tûgal jî got ku sala borî zanîngeh qedandiye û bi kelecaneke mezin serlêdana projeyê kiriye. Tûgal diyar kir ku piştî ku hate qebûlkirin dest bi perwerdeyê kirine û got: “Niha em perwerdeyê dibînin, em bi ajokaran re diçin, em rê û xetan nas dikin. Her wiha em wesayîtan nas dikin; wesayît çawa tê bikaranîn, meriv çawa mirovan siwar dike, çawa dadixe, em van tiştan fêr dibin.”
Bang li mêran: Li trafîkê nebin asteng li pêşiya me
Tûgal diyar kir ku wê di 1ê Mijdarê de dest bi kar bikin û got: “Ji ber ku li herêma me jin ne ajokarên ew çend aktîf in, wekî pirsgirêk tê dîtin. Bila di Otobusên Taybet ên Gelêrî de jî sîstema qertê hebe ku em pirsgirêkên zêde neyên jiyîn. Banga me ji mêran re ev e: Li trafîkê nebin asteng li pêşiya me, korna nekin. Zihniyeta xwe biguherînin.”
Armanca wekheviyê li seranserê bajêr belav dibe
Şaredariya Bajarê Mezin, ku ji bo zêdekirina rehetiya veguhastinê û hêsankirina gihîştina nav bajêr, di meha Hezîranê de 49 otobusên nû li fîloya xwe zêde kirin, bi îstîhdamkirina 12 ajokarên jin gaveke girîng avêt da ku hebûna jinan di qada giştî de zêde bike. Bi vê însiyatîfa şaredariyê, tê armanc kirin ku armanca wekheviyê di veguhastinê de li seranserê bajêr were berfirehkirin û di hemî qadên jiyanê de were pêkanîn.







