Hevpeyvîna ji bo Gulistan Doku û Rojîn Kabaîş sûc hat hesibandin!
- 13:40 5 Mijdar 2025
- Hiqûq
MÊRSÎN - Danişîna doza Şehrîban Şeker ku ji ber hevpeyvîna têkildarî Gulistan Doku û Rojîn Kabaîş tê darizandin, hat lidarxistin.
Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê, bi hinceta hevpeyvîna têkildarî Rojîn Kabaîş û Gulistan Doku, der heqê endama komeleya Jinan a Mîmozayê Şehrîban Şeker bi îdiaya “agahiyên xelet bi gel re parve kiriye” îdianame amade kir. 15’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Mêrsînê jî îdianame qebûl kir û bi heman îdiayê doz vekir.
Dozgeriyê, hevpeyvîna Şehrîban Şeker a di 6’ê Gulana 2025’an de têkildarî Rojîn Kabaîş û Gulistan Doku ku di Ajansa Mezopotamyayê (MA) de hatibû parvekirin, weke “sûc” nîşan da. Ji bo gotina Şehrîban Şeker a “Delîl tên tunekirin, hewl didin weke întîhar nîşan bidin û cînayetên jinan tên veşartin” îdiaya “agahiyên xelet parve kiriye” hate kirin. Dozgeriyê xwest ku Şehrîban Şeker ji xalên 217/A û 53’yan bê cezakirin û ji hin mafên xwe bêpar were hiştin.
Şehrîban Şeker û parêzerê xwe tevli danişînê bûn. Platforma Jinan a Mêrsînê jî doz şopand. Li eywanê polîsên sivîl hebûn û parêzeran bertek nîşan dan. Şehrîban Şekerê di parastina xwe de got ku gotinên wî di çarçoveya îfadeyên malbat û parêzerên Rojîn Kabaîş û Gulistan Dokuyê de ne û got tu agahiyên xelet di hevpeyvîna wê de nînin. Şehrîban Şekerê daxwaza beraeta xwe kir.
Parêzerên Şehrîban Şekerê jî gotin ku hêmayên sûc çênebûne û daxwaza beraeta miwekîla xwe kirin.
Dozger, ji bo amadekirina mutalaayê dem xwest. Dadger jî ev daxwaz qebûl kir û danişîn taloqî 7’ê Mijdarê kir.
Platforma Jinan a Mêrsînê jî beriya danişînê li pêşiya edliyeyê daxuyanî da û bertek nîşanî dozê da. Hatîce Şahîn di daxuyaniyê de got ku ev doz li dijî hemû jina ye û xwest kujerên jinan bên darizandin.







