Kedkara fabrîkayê: Zayenda xwêdana eniyê tune ye
- 09:05 8 Mijdar 2025
- Rojane
Melîke Aydin
ÎZMÎR - Bi nêzîkbûna 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li li Dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî, Kedkara Temel Cotnayê ku nêzî salekê ye di grevê de ye Sinem Kaya, li ser şîdeta li dijî kedê û berxwedana jinan axivî. Got, "Em, jin jî piştgiriyê didin malbatên xwe û em ji bo mafê kedê têdikoşin."
Bi nêzîkbûna 25'ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya li dijî Tundiya li ser Jinan a Naventeweyî, têkoşîna jinan ji bo wekhevî û azadiyê ne tenê li kolanan li kargehan û hemû deverên hilberînê mezin dibe. Tundiya li dijî jinan êdî bi şîdeta fîzîkî ne sînordar e; ew binpêkirina kedê, bêewlehî, newekheviya mûçeyan û binpêkirina mafên sendîkayê de jî xwe nîşan dide. Jin hem ji bo mafê jiyanê û hem jî ji bo mafê keda xwe li dijî pergala baviksalar û kapîtalîst têdikoşin.
çewisandina aborî ku bi tundiya mêr-dewletê ve girêdayî ye, rojane wekî şêweyek tundiyê ya pirqatî tê hilberandin ku hem laşê jinan û hem jî keda wan hedef digire.
Kedkara Temel Contayê Sînem Kaya ku salek e di grevê de ye, derbarê tundiya li qada kedê û berxwedana jinan a li hemberî vê tundiya psîkolojîk ji ajansa me re nirxandin kir.
'Mafê me yê sendîkayîbûnê tê desteserkirin'
Sinem Kaya ku 11 sal in li Temel Conta dixebite, diyar kir ku keda jinan tê bêqîmetkirin û daxwazên wan ên ji bo mafên sendîkayî têne paşguhkirin. Sinem Kaya, diyar kir ku wan di 10'ê Kanûna 2024'an de dest bi grevê kirine û got, "Daxwazên me ew in ku mafê me yê sendîkayîbûnê were naskirin. Xebata bi awayekî sendîkayî daxwaza me ye. Dadgeh qediya, sendîka xwedî erk e, lê karsaz li ser maseyê rûnanên.
Bi gotineke din, peymana kolektîf nehatiye îmzekirin. Dibe ku hin kes bifikirin: Ma daxwazên karkerên Temel Contayê pir zêde ne? Na, me qet mîqdarek diyarkirî negotiye. Em ji bo bikaranîna mafê xwe yê sendîkayîbûnê û qebûlkirina wê têdikoşin. Mafê me yê qanûnî tê desteserkirin. Ji ber vê yekê ev têkoşîn berdewam dike."
'Barê jinbûnê giran e'
Sinem Kaya diyar kir ku jinbûn di her warî de dijwar e û bal kişand ser dabeşkirina kar a zayendîperest li kargehê. Sînem Kaya got, "Barê jinbûnê gelek giran e. Dema ku em hatin vê kargehê, makîneyên çapkirinê bi piranî mêran dixebitand. Lê gava ku wan fêm kir ku jin dikarin heman karî bi mûçeyek kêmtir bikin, wan dest bi perwerdekirina xebatkarên makîneyên çapkirinê yên jin kirin. Ez yek ji wan im. Min li vir wekî şagirt perwerde dît û di 11 salan de bûm karkera hosta. Ez operatora makîneya çapkirinê me. Lê karsaz qet pêşveçûna min ji şagirtiyê hostebûna min qebûl nekir. Ji ber ku heke wan ev pêşveçûna qebûl bikira, ew neçar bûn ku mûçeyê min zêde bikin,"
"Kardêr me li dijî hev anî"
'Karsaz em li hev sor kirin'
Sinem Kaya tekez kir ku ev bi zanebûn pevçûna di navbera karkerên mêr û jin de hat çêkirin îstîsmar kûrtir kir û wiha dirêjî dayê "Lê karsaz bi rastî bi vî rengî li me zilm kir. Wî bi karkerên mêr ên ku li hundur dixebitin li me zilm kir. Dema ku karkerên mêr daxwaza zêdekirinê kirin, karsaz got, 'Ger ez muçeyê zêde bidim we, divê ez bidim jinan jî' di bingeh de pevçûnek zayendî dest pê kir. Hemû hevkarên me yên mêr ji me mezintir bûn. Wan me wekî ku karên wan digirin didîtin. Rastî ev bû ne wan muçeyê divê bihata girtin digirt û ne jî me karsaz em li hev sor kirin û ji xwe re wekî derfet bi kar anî."
'Karkerên mêr dixwzin mûçeyê wan ji yê jinan bêtir be'
Sinem Kaya ku diyar kir karsaza wan wan bi mûçeya herî kêm dixebitîne, diyar kir ku karkerên nû gotine, "Divê em ji jinan bêtir mûçe werbigirin." û wiha dirêjî dayê "Wan got em debara malê dikin û divê mûçeyê me zêdetir be. Bi taybetî jî karkerên ku nû dest bi kar kirin gotin. Me jî got em jî debara malê dikin û em li zarokan jî dinêrin."
'Me barên xwe bi jinan re parve kir'
Sinem Kaya, diyar kir ku statuya jinan wekî karkerên erzan di pêvajoya hilberînê de îstîsmar kûrtir dike, hevgirtina ku wan bi hevkarên xwe yên jin re pêşxistiye wiha vegot: "Me barên hev parve kirin, me pirsgirêkên hev parve kirin. Dema ku bangek lezgîn ji malê hat, me hewl da ku destûr bistînin. An jî dema ku tiştek diqewimî, me nedihişt ku kes berpirsiyariyê bi tenê bigire ser xwe. Me her gav bawer dikir ku heke kesek berpirsiyar were girtin, ev mijarek e ku me hemûyan eleqedar dike û em her gav ji vê yekê haydar bûn."
'Karker mafên xwe nizanin'
Sinem Kaya, diyar kir ku jinên karker mafên xwe nizanin, lê ev ne tenê bi jinan ve sînordar e û got, "Em karker mafên xwe nizanin. Dema ku em di 10'ê Kanûna Pêşîn a 2024'an de ji kargehê derketin, em pir westiyayî bûn. Îstîsmareke giran hebû; li hundir pergaleke koletiyê serdest bû. Ev ne tenê gotin bûn; keda me bi tevahî dihat îstîsmarkirin û me qet tiştê ku me heq dikir negirt. Wekî din, li Kargeha Temel Conta rûmeta me ya mirovî dihat binpêkirin. Îro, dema ku em bi hevkarên xwe yên li hundir re diaxivin, em dikarin bibêjin, 'Nehêlin yên din zilmê li te bikin. Ji ber ku ev ne mafê wan e, mafê te ye.' Lê em li wir li ber derî fêr bûn. Dema ku em li hundir dixebitin, em ji mafên xwe haydar nebûn."
'Hêza me ya herî mezin rêxistina me ye'
Sinem Kaya, diyar kir ku jin ne tenê li dijî tundûtûjiya aborî, lê di heman demê de li dijî tundûtûjiya derûnî û avahîsaziyê jî li Temel Conta li ber xwe didin û girîngiya rêxistinê wiha anî ziman: "Berî her tiştî, hêza me ya herî mezin hêza me ya rêxistinkirî ye. Em jin bi rastî divê xwe birêxistin bikin. Ji ber ku em gava ku em bibin yek em xurttir dibin. Em çavên xwe ji neheqiya ku li me tê kirin re digirin, em çavên xwe digirin, em wê paşguh dikin. An jî em li kêleka hev ranawestin. Neheqiya ku îro li Sima, li Şadiye tê kirin, dê sibê li min jî were kirin. Ji ber ku ev hemû yek li dû yekê diqewimin. Ji ber vê yekê divê em li cihên kar xwe birêxistin bikin û sendîkayî bin."
'Divê em wekî jin ji bo hev rabin'
Sinem Kaya, destnîşan kir ku jin di her warî de rastî tundûtûjiyê tên û got ku sedema zêdebûna tundûtûjiyê nebûna têra xwe dengvedanê ye. Sînem Kaya diyar kir ku paşguhkirina wê tenê wê girantir dike û got, "Çawa ku şîrketek 50 salî her roj îstîsmarê zêde dike, tundûtûjî jî wisa ye. Her tundûtûjiya ku em nabînin an nabihîzin, her teslîmbûn, bi rastî wê hîn bêtir giran dike. Ji ber vê yekê divê em bêdeng nemînin û divê hevgirtinê pêş bixin. Çi devkî be çi fîzîkî be, divê em îro li hember tundûtûjiya li dijî yek ji xwişkên xwe bêdeng nemînin. Divê em vê tundûtûjiyê qebûl nekin; divê em li dijî wê bisekinin û hevdu bihêz bikin."
'Eger em rêxistinkirî bin, em xwedî hêz in'
Sinem Kaya, destnîşan kir ku li Temel Conta tundî, zilm û mobbînga li dijî jinan berdewam dike û got ku jin li hember vê tundiyê bêdeng namînin: "Wekî xebatkarên Temel Conta, em êdî naxwazin teslîm bibin. Ji ber vê yekê, têkoşîna me dê heta serketinê bidome. Sendîka û rêxistin pir girîng in. Ger em yekgirtî bin, ger em bi tenê bin, em xwedî hêz nînin. Ger em rêxistinkirî bin, em xwedî hêz in. Ev ne tenê di qada sendîkayê de ye, lê divê em bi heman awayî di têkoşîna li dijî tundiya li dijî jinan de jî yek bibin. Divê em piştgiriyê bidin hev. Hin ji xizmên me piştgiriyê didin me, lê yên ku nadin jî hene, 'Hûn 327 roj in li wir baran û sermayê dikişînin. Ev ê çiqas berdewam bike?' Em tiştê ku bi mafdarî ya me ye dixwazin, ne tiştek din."
'Zayenda xwêdana eniyê tune ye'
Sinem Kaya, bal kişand ser girêdana hemû cureyên tundûtûjiyê yên ku jin di 25'ê Mijdarê de pê re rû bi rû dimînin û got, "Ger em îro dev ji vî mafî berdin, dê tu mafek tune be ku em bi rastî ji bo zarokên xwe mîras bigirin. Em ji bo mafên xwe têkoşînê dikin. Lê ez dixwazim vê jî bibêjim: Mêr xwe di pişt dirûşmeya 'Em debara malbatê dikin' de vedişêrin. Em, jin jî debara xwe dikin. Zayenda xwêdana eniyê tune ye. Jin jî heman xwêdanê didin, mêr jî heman xwêdanê didin. Em jî wekî hevkarên xwe yên mêr li hundur heman karî dikirin. Ji ber vê yekê, heke zilamek dev ji ked û mafên xwe bernede, divê ew ji me jinan jî hêvî neke ku em dev ji ked û mafên xwe berdin."







