Ji Kovara Jîneolojiyê atolye

  • 18:53 9 Mijdar 2025
  • Rojane
 
STENBOL-Kovara Jîneolojiyê di hevdîtina ku çarçoveya 25’ê Mijdarê de pêk anî de diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan aktorê sereke yê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîke û wiha got: “Divê xwedî li hewldanên Abdullah Ocalan bê derketin.”
 
Kovara Jîneolojiyê li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Esenler a Stenbolê di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî atolye pêk anîn. Gelek jin tevli atolyeyê bûn.
 
Ji Kovara Jîneolojiyê Fîgen Aras, Nesrîn Akgul û Turkan Aşçi axivîn. Di axaftinan de balkişandin ser banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ û da zanîn ku divê xwedî li hewldanên Abdullah Ocalan bê derketin.