‘Civaka demokratîk panzehra zîhniyeta mêr dewletê ye’

  • 09:04 22 Mijdar 2025
  • Rojane
Melek Avci
 
ENQERE - Parlamentera DEM Partiyê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît da zanîn dema ku civaka demokratîk bê avakirin hêza jinê wê rehet belav bibe û got:" Civaka demokratîk panzehra zîhniyeta mêr dewletê ye."
 
Xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê Rojîn Kabaîş a 21 salî ku di 27’ê Îlona 2024’an de winda bû 18 roj şûnde cenqazeyê wê hat dîtin. Lêprisîna der barê mirina wê de saleke didome û tespîta ku DNA’yên aydê du mêran li ser bedena Rojînê heye hat kirin.
 
Mirinên biguman ên Gulistan Doku, Rojîn Kabaîş û gelek jinên din nehatiye ronîkirin û wek întîxar tê binavkirin. 25’ê Mijdarê nêz dibe û parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît der barê polîtîkayên şerê taybet ê li Kurdistanê û mirinên biguman ên jinan de axivî.
 
Gulcan Kaçmaz Sayyîgît da zanîn ku ji roja ewil de malbata Rojînê got ev ne întîxar e û wiha dewam kir:"Rayagiştî xwedî lê derket. Em dikarin behsa îhmalkariyan bikin. Divê pêşa van bûyeran neyê berdan. Rayagiştî xwedî lê derkeve û piştevaniyek xurt hebe wê dewlet jî rastiyan neçar bimîne aşkera bike.”
 
‘Binpêkirinên cidî hatine jiyîn’
 
Gulcan Kaçmaz Sayyîgît daxuyakirin ku ji roja ewil de ye binpêkirinên mafan ên cidî hatine jiyîn û wiha bi lêv kir: “Tevî Rojîn wê şevê naçe wargehê jî agahî nadin malbatê. Qeydên kamerayan tuneye û ji roja ewil de dibêjin întîxar e.  Nêrînek wisa afirandin, rêxistibûneke xerabiyê derdikeve holê. DNA’yên du mêran li ser bedena Rojînê hatin dîtin. Di encama têkoşîna bavê wê Nîzammetîn Kabaîş de ev hat aşkerakirin.”
 
‘Rojînê hat qetilkirin û li pişt vê kesên xurt hene’
 
Gulcan Kaçmaz Sayyîgît destnîşan kir ku tevî salek der bas bûye hîna rastî dernexistine holê û got: “Dewleteke ger ku nikaribe derxe holê jinek çawa hatiye qetilkirin wê demê ev encama polîtîkaya dewletê bixwe ye. Yanî bi zanebûn vê dike. Em behsa rastiyeke ku saleke nikare şîfreya telefonê bê şikandin dikin. Rojînê hat qetilkirin û li pişt vê kesên xurt hene. Min parvekirinên rektor Hamdullah Şevlî yên ser çapemeniya civakî mêze kir. Yek parvekirineke piştgiriyê nekiriye. Tenê twittek der barê Rojînê de hebû. Ew jî RT kirina peyama sersaxiyê ya zanîngehê ye. Rektor Hamdullah Şevlî bêdeng e, daraz bêdeng e.”
 
Li Kurdistanê gihiştiye qirkirinê
 
Gulcan Kaçmaz Sayyîgît balkişand ser polîtîkayên şer ên li Kurdistanê û mirinên bi guman ên jinan û got tiştên tên jiyîn rewşa rojeviya şerê taybet e. Gulcan Kaçmaz Sayyîgît wiha dirêjî dayê: “Li kafeyan bi destê unîformayiyan bûyerên tên jiyîn hene. Mînakên vê me li Wanê dîtin. Destdirêjiyên çawîşên pispor. Me ev li Şirnexê dîsa di bûyera Îpek Er de dît. Her çiqas li cîhanê tundiya li ser jinan zêde bibe jî li Kurdistanê  tundî, êrîş û destdirêjiya li hember jinan gihiştiye asta qirkirinê. Têkoşîna jinan a li dijî vê bi sedsalan e didome. Divê ev têkoşîn hîn bêtir bê mezinkirin.”