‘Sînemeya Kurd bi keda jinê mezin dibe’

  • 09:02 14 Kanûn 2025
  • Çand û Huner
 
Rabîa onver
 
AMED - Derhênera Fîlmê ‘Xwêfiroş’ ku di 3’emîn Mîhrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Amedê de hat nîşandan, Maryam Samadî diyar kir ku sînema yek ji riya herî xurt a ku jin û mafê jinan nîşan dide ye û got sînemeya Kurd bi keda jinê mezin dibe.
 
3’emîn Mîhrîcana Fîlman a Amedê ya Navneteweyî ku bi hevkariya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û bi kordînasyona Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn û Sînebîrê û bi dirûşma "Dinya bi çîrokan tê ba hev" tê lidarxistin, didome. Mîhrîcan îsal 84 fîlmî tîne gel hev û ne tenê sînemayê, bîr, berxwedan û lêgerîna azadiyê jî derdixe pêş.
 
Yek ji fîlmên di mîhrîcanê de cih digire kurte fîlmê ‘Xwêfiroş’ yê derhêner Maryam Samadî ye. 
 
Maryam Samadî di 1988’an de li gundê Ghotor a Xoy tê dinê û di 2009’an de wek xwendekara sînemayê di Komeleya Sînemayê ya Ciwan a Îranê de dest bi kariyeta xwe dike. Bi gelek kurtefîlmên çêkir di mîhrîcanan de cih girt, hêjayê xelatan hat dîtin. Maryam Samadî di enduristriya fîlm de wek derhêner, şêwirmenda senaryoyê û fîlm çêker cih girt.
 
Maryam Samadî ku bi fîlmê ‘Xwêfiroş’ tevli mîhrîcanê bû çîroka fîlm wiha vegot: “Jina ducanî ya li perava gola Urmiyê bi hevjînê xwe re bi firotina xwê debara xwe dike, ji ber bahoza xwê ya ji ber guherîna avhewayê û faliyetên mirovan  pêk tê bi rîska ku zaroka wê ji ber biçe re tê rû hev. Ev jin û mêr plan dikin ku malên xwe difroşin û bar bikin bajar û hewl didin zaroka wan ya nehatiye dinê biparêzin.”
 
‘Sînemaya Kurd mezin dibe’
 
Maryam Samadî diyar kir ku 15 sale xebatên sînemayê dimeşîne û wiha got: “Ji bo xeyala xwe pêk bînim min di xebatên sînemayê de cih girt.  Ez bi hatina vir gelek kêfxweşim. Berê jî hatibûm Amedê. Tiştên ez li Amedê dijîm li tu devera cîhanê hîs nakim. Ev mîhrîcan hem çîrok hem jî fîlmên me tîne gel hev. Kurdan jinên Kurd bi xebatan tînin gel hev. Bi saya vê sînemaya Kurd mezin dibe.”
 
‘Sînema ji bo heqîqet bên ziman riyek baş e’
 
Maryam Samadî wiha got: “Piştî nîşandana fîlmê min ya herî zêde bandor li min kir şîroveya ‘Kurdiya di fîlm de çiqas zelal û temîz bû’ bû. Vê şîroveyê ez gelek kêfxweşkirim. Sînema jiyana mine. Ez ê her tim bidomînim. Ji bo aboriyê sînemayê nakim.  Heqîqetên me hene. Ji bo ev bên ziman sînema riyek pir başe. Dema sînemaya Kurd tê gotin tenê şer, pevçûn, koçbrî û êş dertên pêş. Ya ez dixwazim ev ku fîlmên cuda bên kişandin.Jinên Rojhilat di gelek qadan de xebatan dimeşînin. Di alî sînemayê de jî ji malbatan piştgiriyê dibînin. Malbata min jî gelek piştgirî dan min. Êdî ne wek berê ye. 6 fîlmên min hene.  Min her 6 fîlmên xwe jî pir caran bi zor û zehmetî kişandin.”