'Divê li her malê were axaftin'
- 15:01 14 Kanûn 2025
- Rojane
RIHA - Li Rihayê di 1’emîn Lijneya Asayî ya ZIMANGER de îşaret bi statu û perwerdeya zimanê dayikê yê Kurdî hate kirin û bang hate kirin ku li her malê bi Kurdî were axaftin.
1’emîn Lijneya Asayî li Salona Konferansê ya Tahir Elçî ya Baroya Rihayê hate lidarxistin.
Di salona kongreyê de pankartên “Perwedeya zimanê dayikê bingeha civakê ye”, “Statuya Kurdî perwerdehiya bi Kurdî” û “Statuyê Kurdkî perwerdeyê bi Kurdkî” bal kişandin.
Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Rihayê, birayê Rêber Apo Mehmet Ocalan, girtiyê 30 salan Cebraîl Vural, Parlamenterê Rihayê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê yê Gelan (DEM Partî) Omer Ocalan, rêxistinên civakî yên sivîl û nûnerên partiyên siyasî beşdarî kongreyê bûn.
Omer Ocalan di kongreyê de axivî, îşaret bi Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk kir û got, “Ev pêvajo di serî de ji bo Kurdan, ji bo Tirkan û tevahî Rojhilata Navîn girîng e.”
Omer Ocalan diyar kir ku divê her kes tevlî pêvajoyê bibe û ev tişt got, “Em deyndarê qurbaniyên têkoşîna azadiyê ne. Em ê jiyana Kurdî ava bikin. Kurdan li dijî hemû polîtîkayên asîmîlasyonê ziman û hebûna xwe parastiye. Bi pêşengiya Rêber Apo wê pêvajo bi ser bikeve. Rêber Apo dibêje divê li her malê Kurdî were parastin û axaftin. Em li her derê xwe rêxistin bikin. Em bi Kurdî baxivin, binivîsin û bijîn.”
Hevseroka Rihayê ya DEM Partiyê Ayşe Surucu jî bang li komîsyona meclîsê kir ku Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê.
Herî dawî Mehmet Ocalan jî axivî û ev tişt got, “Siyasetmedar dema derdikevin ser kursiyê bi Kurdî silav didin, di dewamê de bi Tirkî diaxivin. Ez vê rexne dikim. Rêber Apo ji bo belavbûna Kurdî, bal kişand ser girîngiya rêveberiyên herêmî jî. Niha divê her kes piştgirî bide saziyên ziman.”
Piştî axaftinan, ji bo Hevserokatiya ZIMANGER Esma Şengul û Osman Îzgor hatin hilbijartin.







