Mîhrîcana Fîlman a Amedê di roja dawî de de 4 fîlman berdewam kir

  • 18:05 14 Kanûn 2025
  • Rojane
AMED-3’emîn Mîhrîcana Fîlman a Amedê di roja 7’an de bi pêşandana 4 fîlman bi dawî dibe, piştî pêşandanê temaşevanan û lîstikvanan li ser fîlmên ku hatibûn nişandan gotûbêj hatin kirin.
Bi hevkariya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, organîzetoriya Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn û Sînebîrê 3’emîn Mîhrîcana Fîlman a Amedê di roja 7’an de li Navenda ÇandAmedê ya navçeya Bajarê Nû ya Amedê bi dawî dibe. Di mîhrîcanê de îro 4 fîlm hatin nîşandan.
 
Di roja 7an de fîlma “Masterclass” ku derhêneriya wî Kazim Oz kiriye, fîlma “Ûçan Koftecî” ku derhêneriya wî Rezan Yeşîlbaş kiriye, fîlma “Sieger Sein” ku derhêneriya wî Soleen Yusef kiriye û herî dawî fîlma “Em Kurd in” ku derhêneriya wî Banû Yalkût û Hanjo Breddermann kirine û fîlm bi eleqeyeke mezin hatin temaşekirin.
 
Her wiha êvarê saet di 19:30an de bi beşdarbûna hevşaredaran merasîma xelatdayînê dê bê lidarxistin.