Mîhrîcana Muzîkê ya Wanê bi dawî bû

  • 21:03 14 Kanûn 2025
  • Çand û Huner
WAN- Mîhrîcana Muzîkê ya bi pêşengiya Platforma Muzîkê ya BAajar ve hat lidarxistin di roja dawî de dîmenên rengîn derketin holê.
 
Li Wanê bi pêşengiya Platfomra Muzîkê ya Bajêr bi dirûşmeya “muzîk azad dike, aştî mezin dibe” Mîhrîcana Muzîkê hat lidarxistin û di roja dawî de dîmenên rengîn derketin holê. Hevşaredarên BAjarê Mezin a Wanê, hevşaredarên navçeyan û gelek welatî tevli bûn.
 
Di roja dawî ya mîhrîcanê de Koma Muzîkê ya Egîtîm Sen a Wanê û Kuçeband derkest ser dîkê.
 
Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal di mîhrîcanê de axivî û mîhrîcana muzîkê ya pêk hatiye pîroz kir.
 
Piştre hevşaredar Abdullah Zeydan jî axivî û balkişand ser pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ û got divê her kes xwedî li pêvajoyê derkeve.
 
Mîhrîcan bi dayika plaketan a ji bo komên muzîkê û gerandina govendê bidawî bû.