Di panela ‘aştî û çareseriya pevçûnan de çareserî hat axaftin
- 18:34 14 Kanûn 2025
- Rojane
WAN-Di çarçoveya Hefteya Mafê Mirovan de ÎHD ya Wanê panela “Aştî û Çareseriya Pêvçûnan” hat lidarxistin. Di panelê de sernavên wekê ‘li ijî êrîşan rejîma mafê mirovan, têkoşîn û aştî’ û ‘têkoşîna mafê mirovan’ hat nîqaşkirin.
Bi pêşengiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Wanê, li Eywana Tahîr Elçî ya Baroya Wanê panela “Aştî û Çareseriya Pêvçûnan” hat lidarxistin. Di panelê de hevserokê ÎHDê Mehmet Salih Coşkûn weke moderator, akademîsyen Doç. Dr. Vahap Coşkûn, parêzer Gulan Çağin Kalelî û Sekreterê Giştî yê ÎHD’ê Dr. Osman Îşçî jî weke axiver tev li panelê bûn. Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan, Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaraz, hevşaredarên navçeyên navendî yên DEM Partiyê, hevserokên DBP û DEM Partiyê yên Wanê, Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), KESK, TMMOB, OHD, Odeya Bijîşkan a Wan-Colemêrgê, nûnerên saziyên sivîl û gelek welatî tev li panelê bûn.
Panel bi axaftina moderator Mehmet Salîh Coşkûn destpêkir. Mehmet Salîh Coşkûn diyar kir ku ji bo aştiyê hewceyî bi pergaleke mafên mirovan heye û aştî edaleteke civakî dixwaze.
Osman Îşçî beriya axaftina xwe bal kişand ser endamên ÎHDê yên li Serhedê hatine kuştin û behsa Rojîn Kabaîş jî kir. Osman Îşçî bi domdarî got: “Mafên mirovan û aştî xwişk û birayên hev in. Ji bo jiyaneke birûmet pêdivî bi mafên mirovan, ji bo mafên mirovan jî pêdivî bi aştiyê heye. Em hemû di çarçoveya mafên mirovan de wekhev in û dema em aştiyê ava dikin divê ne tenê ji aliyekê ve hemû aliyan ve em baldar bin. Di tevahî welat de di bikaranîna mafan de paşveçûnek heye. Ev pêvajoya niha li vir dimeşe mifteya bidawîkirina binpêkirinên mafên mirovan e. Xwesteka me ew e ku divê butçeya 2026an bibe butçeya mafên mirovan.”
‘Tevî pêvajoyê jî kuştinên jinan berdewam dike’
Piştre Gulan Çagin Kalelî axivî û Dîlan Karaman a ku çend roj beriya niha bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dabû bi bîr anî. Gulan Çagin Kalelî da zanîn ku ne tenê mefên mirovan mafên hemû xwezayê jî divê bên parastin û got: “Li Kurdistanê talankirina xwezayê didome û em dê di vê rewşê de çawa behsa perspektîva aştiyê bikin. Tevî vê pêvajoya aştiyê jî kuştinên jinan her roj zêde dibe û belavtir dibe. Di dîroka netew-dewletê de hertim îşkence heye û heta netew-dewlet hebe dê binpêkirina mafên mirovan jî hebe. Çima di pirsgirêka Kurd de evqas binpêkirina mafên mirovan derket holê? Hebûna Kurdan hat qebûlkirin, lê statuyeke fermî nayê qebûlkirin. Birêz Ocalan pêvajoyek da destpêkirin û gelê Kurd xwedî li vê pêvajoyê ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ derket. Lê Dewlet weke ‘Tirkiyeya Bêteror’ pênase dike. Ev yek zimanê mirov nîşan dide û xwedîderketina pêvajoyê jî bandor dike.”
‘Divê ji bo entegrasyona endamên PKK’ê qanûnên taybet bên derxistin’
Herî dawî Vahap Coşkûn axivî û bal kişand ser guherîna hiqûqî û pêvajoya çareseriyê. Vahap Coşkûn diyar kir ku Tirkiye di warê pêvajoyên çareseriyê de xwedî tecrûbe ye û got: “Gelek caran dewletê bi Abdullah Ocalan û PKKê re hevdîtin kirine. Lê tu carî ev pêvajo bi ser neketin. Sedema vê yekê jî ew e ku bingeheke siyasî nîne. Em dikarin ji mînakên cîhanê yên aştiyê alîkarî bigirin. Divê em piştgiriya demokrasiyê bikin û bizanin ku ev pêvajoya ber destê me gelek biwate ye. Divê em ji bo daxwazên civakê bersiveke demokartîk biafirînin. Divê endamên PKKê bi derxistina qanûnan tev li siyasetê bê kirin û derxistina qanûneke spesifîk çêtir e. Tenê ji bo çekdanîna PKKê û entegreya endamên wê divê qanûnên taybet bên derxistin.”
Panel bi beşa pirs û bersivan bi dawî bû.







