Şaredar Gulşah Durbay jiyana xwe ji dest da
- 21:32 14 Kanûn 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Şaredara Şehzadeler a Manîstayê jiyana xwe ji dest da.
Şaredara Şehzadeler a Manîsayê Gulşah Durbay, ku li Îzmîrê di beşa giran de dihat dermankirin di 37 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.
Gulşah Durbay ji ber nexweşiya roviyan di 2’ê Tebaxa 2024’an de li Nexweşxaneya Zanîngeha 9 Eylul a Îzmîrê hatibû emelyatkirin û 4’ê îlonê de teşîsa pençeşêra kolonê hat dayîn. Gulşah Durbay ku dermankirina kemoterapî didît 1’ê Kanûnê de rakirin Serwîsa Dahiliye ya Nexweşxaney aBajar a Manîsayê. Di 12’ê Kanûnê de rewşa wê giran bû hat entubekirin.
Gulşah Durbay saetên êvarê de li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.







