Gumanbarê hewl da mala jinekê bişewitîne hat binçavkirin
- 18:28 14 Kanûn 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Li navçeya Nazîlî y aAydinê mêrê bi navê M.Ç.D hewl da avahiya ku jina bi navê N.D ya ku pê re di asta destberdanê de ye bişewitîne.
Li navçeya Nazîlî ya Aydinê êrê bi navê M.Ç.D hewl da avahiya ku jina bi navê N.D ya ku pê re di asta destberdanê de ye bişewitîne. Cendermeyên li taxa Îsabeylî li dewriyeyê dumana ku ji avahiyê hildida ferq kirin.
Piştî agahî hat dayîn îtfaye hat cihê bûyerê û şewat hat vemirandin. Hat hînbûn ku ji paş û pêş ve agahî daye ber agir. Gumanbar hat naçavkirin.







