25 sal ceza li faîl hate birîn lê nehat girtin

  • 16:14 17 Kanûn 2025
  • Hiqûq
ŞIRNEX - Dadgehê 25 sal ceza da Sadûn Vûral ê ku zarokan tacîz kiribû. Lê dadgehê biryara girtinê neda faîl.
 
Danişîna 4emîn a darizandina mamosteyê bi navê Sadûn Vûral ku li dibistanek navîn a navçeya Silopya ya Şirnexê tacîz li ser 6 zarokan pêk anîbû li 1emîn Dadgeha Cezayên Giran a Cizîrê hat lidarxistin. Parêzerên Komîsyona Mafên Zarok û Jinan a Baroya Şirnexê, parêzerên tacîzkar Sadûn Vûral û parêzerê Wezareta Karên Malbat û Xizmetên Civakî tev li danişînê bûn.
 
Di danişînê de destpêkê dozger dest bi axaftinê kir û di mutalaya xwe de xwest tacîzkar were cezakirin. Piştî dozger heyeta dadgehê mafê axaftinê da parêzerên tacîzkar.
 
Paşê Seroka Komîsyona Mafên Zarok û Jinan a Baroya Şirnexê Emîne Ozdemîr axivî û got: “Li gor îfadeyên mexdûran jî baş dixweyê ku tacîzkar ev pêkanînên xwe bi awayekî plankirî kirine û ev yek demek dirêj hatiye kirin. Her wiha tacîzkar jî di îfadeyên xwe yên dozgeriyê de jî ev gotinên zarokan piştrast kiriye. Tacîzkar bi nêzîkatiya xwe ya zarokan ji bo paşeroja tacîzê amadekarî kiriye. Tacîzkar piştî ku hat darizandin bi rêya malbata xwe, gef malbatên zarokan xwarine û piştî vê yekê îfadeyên wan hatine guhertin. Her çiqas bi zorî îfadeyên hin zarokan hatibin guhertin jî ev nayê wê wateyê tacîz pêk nehatiye û em dixwazin were cezakirin.”
 
Piştî axaftina Emîne Ozdemîr, heyeta dadgehê ji bo biryarê bide navber da danişînê. Piştî navberê heyeta dadgehê ji darizandina 2 zarokan beraet da faîl Sadûn Vûral û ji darizandina 4 zarokan her yek cuda cuda 6 sal û 3 meh ceza lê birî.
 
Bi giştî 25 sal û 2 meh ceza li faîl hat birîn lê dadgehê li cihê ku biryara girtina tacîzkar bide, qedexeya derketin derveyî welat danî ser faîl.
 
Hêjayî gotiye ku parêzerê tacîzkar Omer Yildiz ê ku di hilbijartina rêveberiyên xwecihî ya 31ê Adara 2024an bernamzetê AKPê yê Cizîrê bû.