Rejîma Îranê gef li xizmên binçavkiriyan xwar
- 15:16 22 Kanûn 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Xizmên çalakvanên li Îranê hatine binçavkirin, ragihandin ku Îstixbarata Îranê ji xizmên binçavkiriyan re gotiye ku agahî nedin medyayê.
Beriya du hefteyan cenazeyê parêzerê Kurd Xosro Elî Kurdî (46) li ofîsa wî hatibû dîtin. Malbata wî diyar kir ku hêzên Îranê hemû qeydên kamerayên çavdêriyê yên li ofîsa wî, desteser kirine. Di dema merasîma spartina axê ya cenazeyê Xosro Elî Kurdî de gelek çalakvan ku di nava wan de Xelatgira Nobelê Nêgiz Mihemedî jî hebû, hatin binçavkirin û heta niha jî çarenûsa wan nediyar e.
Mehşîd Nazemî, xwişka Duran Mazemî ku di merasîma bîranîna Xosro Elî Kurdî de hatibû binçavkirin e. Mehşîd, li ser medya dijîtal têkildarî rewşa binçavkiriyan peyamek belav kir. Mehşîd Nazemî ragihand ku hêzên Wezareta Îstixbarata Îranê ji xizmên hinek binçavkiriyên di merasîma Xusro Elî Kurdî de hatin binçavkirin re peyam şandiye û tê de gotiye ku “xwe ji dayîna agahiyan ji medyayê re dûr bixin. Ger hûn bêdeng bin, dê binçavkirî bên berdan.”
Hêzên Îstixbaratê gef li xizmên binçavkiriyan xwar
Her wiha Mehşîd Nazemî da zanîn ku hêzên Wezareta Îstixbarata Îranê ji wan re gotine ku çalakvanên jin ên hatine binçavkirin, di hucreyên yek kesî de tên girtin û rewşa tenduristiya wan baş e, hinek derman wergirtine.
Xwîşka Duran Nazemî, Mehşîd Nazemî destnîşan kir ku xizmên binçavkiriyan li hember îdiayên Wezareta Îstîxbarata Îranê bi guman in. Xizmên binçavkiriyan meraq dikin ka çima destûr nayê dayîn ku ew bi wan re têkilî deynin; ger rewşa wan baş be û çi cure derman wergirtine?
Mehşîd Nazemî wiha got: “Di nav jinên hatine binçavkirin de Teybe Nezerî, Aliye Mutelîbzade, Puran Nazemî û Nêrgiz Mihemedî xwedî pirsgirêkên tenduristiyê ne û pêwîstî bi tedawiya wan a taybet hene. Ev yek jî fikaran zêdetir dikin. Berpirsyariya tevahî jiyan û tenduristiya binçavkirinan, li ser milê Îranê ye.”







