Aktîvîst Nasrin Sotoudeh hate girtin
- 16:46 2 Nîsan 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Mahraweh Xandan ragihand ku dayika wê, Nasrîn Sotoudeh, parêzer û girtiya siyasî ya berê, hatiye girtin û cîhazên elektronîkî yên wê û hevjînê wê hatine desteserkirin.
Îro Mahraweh Xandan, keça parêzer û aktîvîsta mafên mirovan Nasrin Sotoudeh ku girtiya siyasî ya berê, nûçeya girtina dayika xwe ragihand. Li gorî Mahraweh Xandan, Nasrîn Sotoudeh duh bi şev li mala xwe hatiye girtin.
Mahraweh her wiha rave kir ku diya wê li malê bi tenê bû û dema ku xizmên wê gihîştin wir, ew hîn bûn ku parêzer hatiye girtin. Di dema girtinê de, cîhazên elektronîkî yên Nasrîn Sotoudeh û hevjînê wê Rida Xandan, di nav de laptop û telefonên wan ên desta, hatin desteserkirin. Heta niha tu agahî li ser sedemên girtina wê û ji hêla kîjan hêzan ve hatiye girtin zelaliyek nîne.







