Ji xwendekara zanîngehê Seda Aslan agahî nayê girtin
- 18:42 2 Nîsan 2026
- Rojane
MELETÎ – Li Meletiyê ji xwendekara zanîngehê Seda Aslan ev du roj in agahî nayê giritn. Ji bo Seda Aslan ku malbata wê ji jiyana wê bi fikarin, xebat hatin destpêkirin.
Li Meletiyê ji xwendekara Pola Duyemîn a Beşa Perwerdehiya Taybet a Zanîngeha Înonu Sesa Aslan ev du roj in agahî nayê girtin. Seda Aslan ku 31’ê Adarê de ji malê diçû dibistanê êvarê venegeriya malê. Malbata ku agahî ji keça xwe negirtin serî li polîs dan.
Hat hînbûn ku ji bo Seda Aslan xebatên lêgerînê hatine destpêkirin.







