‘Zarok wek hêza erzan a kar tên dîtin’
- 09:08 26 Kanûn 2025
- Rojane
Buşra Turan
WAN - Sema Aktaş ya Egîtîm-Senê diyar kir ku di bin navê perwerdeya pîşeyî de hejmara zarokên dixebitin zêde dibin û got: “Perwerdehiya pîşeyî ne li kargeriyan divê di bin sîwaneya dibistanê de bên kirin. Zarok wek hêza erzan a kar tên dîtin. MESEM’ê binesaziya qanûnî ya karkeriya zarokan ava kiriye.”
Li Tirkiye û Kurdistanê xizaniya her diçe giran dibe, bi bêkontrolî û polîtîka perwerdeyê her diçe zêde dibe. Salên dawî de bi Navendên Perwerdehiya Pîşeyî (MESEM) zarok di bin navê perwerdehiya pîşeyî de tevli pêvajoyê hilberînê tên kirin û di bin şertên giran de dixebitin. Zarokên wek hêza erzan a kar tên dîtin bi gelek rîskan re tên rû hev.
Sekretera ŞaxaSendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) a Wanê Sema Aktaş der barê mijarê de ji ajansa me re axivî.
Sema Aktaş da zanîn ku xebitandina zarokan li Tirkiyeyê her diçe giran dibe û got: “Krîza aborî bandora mezin li ser malbatan dike û ev jî dibe sedema zêdebûna karkeriya zarokan. Ligel vê rewşa bê kontrolbûnê jî zêde dibe. Zarokên di bin temenê 18’yî de di bin şertên giran de tên xebitandin. Lê tu titşek der barê kargeriyan de nayê kirin. Salên dawî de bi guherîna mufredatê re pirsgirêka MESEM’ê derket holê. Em ne li dijî perwerdeya pîşeyî ne. Lê divê di bin sîwaneya dibistanê de perwerdehiya pîşeyî bê dayîn.”
‘MESEM’ê binesaziya karkeriya zarokan ava kiriye’
Sema Aktaş bi lêv kir ku divê hikûmet polîtîkayên wekhev ên der barê dahatuyê de biafirîne û got: “Di karkeriya zarokan de xizanî pir bi bandor e. Zarok wek hêza erzan a kar tên dîtin. MESEM’ê binsesaziya qanûnî ya karkeriya zarokan ava kiriye. Her wiha temenê bikaranîna tiryakê her diçe dikeve. Firoşkarên tiryakê dikevin taxan û li ber dibistanan e. Ewlehiya zarokan nayê girtin. Bi hêsanî ev kes xwe digihînin zarokan û zarokan hedef digirin.”
‘Me giranî da xebatên xwe’
Sema Aktaş balkişand ser xebatên Egîtîm Senê yên der barê tiryak û fuhuşê de û Platforma Şiyar Be ya li Wanê hatiye avakirin bi bîr xist. Sema Aktaş wiha got: “Ev xeta piştevaniyê hemû rêxistinên civaka sivîl, STK’yan dihewîne. Di vê çarçoveyê de wê li taxan xebat bê meşandin. Wê agahdarî bê kirin. Li dijî guherîna zarokên xwe divê malbat baldar bin. Li dibistanan jî berpirsyarî mezin e. Divê malbat teqez di rewşên wisa de serî li riyên hiqûqî bidin. Nirxên civakî her diçin dirizin. Anîna ziman girîng e lê piştî vê riyên hiqûqî girîng in. Me wek Egîtîm Senê li Wanê komîsyona zarokan ava kir. Aktîv dixebite. Me wek Egîtîm Senê xebatên xwe zêde kirin. Newekheviya zayendî di asta herî jor de ye. Dijhiqûqî rê li ber rizandina civakê vedike. Em dibêjin ku divê polîtîkayên ku fêdeya zarokan li ber çavan digire bê meşandin.”







