'Divê Qanûna Zimanê Dayikê li Tirkiyeyê were bicîhanîn'
- 09:10 18 Sibat 2026
- Çand û Huner
Evin Çiftçi
RIHA - Endamên ZIWAN Kurd bal kişandin ser polîtîkayên asîmîlasyonê yên li Tirkiyeyê derbarê zimanên dayikê de û gotin, "Ziman dîroka civakekê ye. Ji ber vê yekê, divê qanûna zimanê dayikê ya ku ji hêla NY'yê ve hatî qebûlkirin li Tirkiyeyê were bicîhanîn."
Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) di sala 1999'an de 21'ê Sibatê wekî Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê ragihand. Lêbelê, gelên ku li Tirkiyeyê û herêma Kurdan dijîn bi sedsalan e bi polîtîkayên asîmîlasyonê yên ku zimanê wan ên dayikê hedef digirin re rûbirû ne. Bi taybetî gelê Kurd û gelên din li dijî van polîtîkayan di her aliyê jiyanê de xwe rêxistin dikin û hewl didin ku ziman û çandên xwe biparêzin. Tevî zimanê Kurdî wekî zimanê perwerdeyê di saziyên dewletê de cih nagire jî Kurdan saziyên ziman ava kirine û derfetên perwerdehiya bi zimanê xwe yê dayikê afirandine.
Di mehen borî de Komeleya Lêkololîn û Pêşvebirina Çand-Huner û Zimanê Kurdî ya Sêwregê (ZIWAN-KURD) hat vekirin. Endamên komeleyê der barê 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê de ji ajansa me re axivîn.
‘Divê em xwedî li zimanê xwe derkevin’
Sitran Bozkaya da zanîn ku divê ZIWAN-KURD ji hemû cîhanê re bibe mînak û li her derê zimanê dayikê bê axaftin. Sitran Bozkaya wiha dirêjî dayê: “ Herkesî ZIWAN Kurd dît. Di serî de gelê Sêwregê, me hemûyan karbeşî kir û di alî aborî de me piştevaniya hev kir.Her kevirê vir mînaka piştevaniya komun e. Hêvîdarim ev sazî li Kurdistanê bibe mînak. Ev pêvajo ji bo Kurdan zehmet derbas dibe. Di pêvajoyê de divê em bixwe bawer bin, em nasname û dîroka xwe nas bikin. Ji bre vê ZIWAN Kurd destkeftiyek mezin e. Ji bo zimanê me winda nebe berpirsyariyek mezin dikeve ser milê me.”
‘Ziman dîroka civakê ye’
Sitran Bozkaya di berdewamiyê de daxuyakirin ku divê li her derê saziyên ziman bên vekirin û wiha dirêjî dayê: “Ji bo zimanê me winda nebe divê em li her qada jiyanê bi zimanê xwe biaxivin. Di alî ziman de kêmasiyên min jî hebûn. Lê min xwe pêş xist. Ez li bajar mezin bûm. Min giraniya pergalê hîs kir. Ji ber vê ez ewil zimanê xwe fêr bûm.Di vê mijarê de divê di civakê de hişmendî bê afirandin. Ziman dîroka civakê ye. Dema ziman winda bibe civak nasname, ahlaq û dîroka xwe winda dike.”
‘Bila qanûna zimanê dayikê li Tirkiyeyê pêk bê’
Ayşe Karacadag balkişand ser girîngiya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê û destnîşan kir ku divê her kes bi çand û zimanê xwe bijî. Ayşe Karadag wiha bidawî kir: “UNESCO û NY’ê di 1999’an de 21’ê Sibatê wek roja zimanê dayikê ya cîhanê îlan kir. Divê zimanê her gelî di saziyên dewletê de hebin. UNESCO’yê ji bo parastina zimanên cuda qanûnek ava kir. Li ser vê qanûn hatin derxistin. Mînak li Kanadayê ev qanûn hat qebûlkirin. Em dixwazin ev li Tirkiyeyê jî bê qebûlkirin. Hinek ziman îro winda bûne. Ji ber vê 21’ê Sibatê girînge. Em li Sêwregê xebatan dimeşînin. Em dersên Kurdî û Tirkî didin. Xebatên me di vî alî de dimeşin.”







