'Rapor dê li ser 7 xalan pêk were'
- 12:04 18 Sibat 2026
- Rojane
ENQERE - Serokê Meclîsê Numan Kurtulmuş ku di vekirina civîna 21'an a Komîsyona Meclîse de axivî û diyar kir ku rapora hevpar a komîsyonê dê li ser 7 xalan pêk were û got: “Xurtkirina hiqûqê û siyaseteke demokratîk dikare biratî û yekîtiya me xurt bike.”
Civîna 21'an ango civîna dawî ya Komîsyona Meclîsê tê lidarxistin. Komîsyon bi Serokatiya Numan Kurtulmuş bi rojeva rapora hevpar civiya. Beriya civîn dest pê bike Serokê Meclîsê Numan Kurtulmuş axivî. Numan Kurtulmuş anî ziman ku rapor li gorî civînên guhdarîkirina li saziyan daxwazên derketinê pêş, pêşniyarên partiyên siyasî û li gorî pêvajoyê xalan cih girtiye.
Numan Kurtulşmuş bi lêv kir ku ew di serdemeke dîrokî de derbas dibin û wiha got: “Rapora me ji 7 xalan pêk tê:
* Xebatên komîsyonê,
* Armancên serêke yên komîsyonê,
* Biratiya Kurd û Tirkan a dîrokî û hiqûqa biratiyê,
*Pêşniyarên di civînên komîsyonê de hatine kirinê ne.
* Xwefesihkirina PKKê û berdana çekan.
* Pêşniyarên yasayî ji bo pêvajoyê.
* Pêşniyarên ji bo demokratîkbûyinê û encam û nirxandin.
Her wiha 5 xalên pêvek jî hene. Di vê civîna dawî de nirxandinên endamên komîsyonê dê bikin û di wir de cih bigire. Hêzên emperyalist bi cudakariya netew û baweriyan dixwazin erdnîgariya me parçe bikin. Li dijî vê yekê em ê jî xwişk û biratiya xwe xurt bikin. Çareserkirina pirsgirêka terorê tenê bi polîtikayên ewlehiyê ve nagirin dest û ji aliyê siyasî û hemû aliyan ve divê li ser bê sekinandin. Ev pirsgirêk ne bi ezberan cudakiriyê dike bi hişmendiyeke ji dil û avakar dikare çareseriyeke mayînde li pêş bixe. Xurtkirina hiqûqê û siyaseteke demokratîk dikare biratî û yekîtiya me xurt bike.
Rapora hevpar di çarçoveya hemû pêşniyarên partiyên siyasî de li hevkirinê pêk aniye. Peywîra komîsyonê ew e ku hemû hemwelatiyên me xwe wekhev bibinin.”







