ROJEVA 20'Ê SIBATA 2026'AN

  • 09:00 20 Sibat 2026
  • Rojev
 
* Têkoşîna demokrasî û çînî, heta bi feraseta azadiya jinê re nebe yek nikare biserkeve. Ji ber vê jî zimanê çarseriyê yên rêxistinên sosyalîst  divê bi rêgeza edaleta zayenda civakî re ji nûve bê teşekirin. Divê azadiya jinên ji mijara çînî bê derxistin, divê bibe esasa azadiya civakî." JI NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ
 
* "Divê zimanê Kurdî wek hemî zimanan bibe zimanê fermî û perwerdehiyê. Divê zimanê Kurdî bibe xwedî statu. Ji pêşdibistan, dibistana seretayî heta bi zankoyan perwerdeya bi zimanê Kurdî mafê Gelê Kurd ê rewa ye." JI PÊNÛSA JINAN
 
*Endama Kordînasyona Jinan a PM'a DEM Partiyê Gonca Yangoz da zanîn ku Meclîsa Jinan a DEM Partiyê 22’ê Sibatê de li Saraçhaneyê deklerasyona 8’ê Adarê aşkera dike û banga tevlibûnê li hemû jinan kir. DÎMEN HEYE
 
*Hevseroka KURDÎGEH'ê Arîfe Aslan da zanîn ku wê 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de meşê pêk bînin û got: “Em ê daxuyaniyê bidin û bimeşin. Em ê ji bo zimanê xwe dengê xwe bilind bikin. Bila hemû gelê me tevli bibe. Werin bi hev re ji bo statuya ziman bimeşin.” BI DÎMEN 
 
*Mexazeya Piştevaniya Kezî ya ji aliyê şaredariya Cizîrê ve hat vekirin xebatên xwe didomîne û ji roja hatiye vekirin xwe gîhandiye 3 hezar kesî. BI DÎMEN
 
* Jinên Cizîrê der barê girîngiya zimanê dayikê axivîn û gotin: “Zimanê me ji bo me girînge. Çima bi zimanê me perwerde nayê dayîn? Em zimanê xwe dixwazin. Bila dayik bi zarokên xwe re Kurdî biaxivin.” BI DÎMEN  
 
*Rêveberên Komeleya Lêkolîna Kurd diyar kirin ku zimanê dayikê mafê mirovahî û azadiya fikr û ramanê ye û diyar kirin ku divê Kurdî bikeve bin ewlehiya qanûnî. DÎMEN HEYE
 
*8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê îsal di zemîneke ku daxwaza azadî û wekheviyê ya li dijî qetilkirin û tundiyên li ser jinan, bilind dibe tê pêşwazîkirin. Jin li her çar alî cîhanê derdikevin qadan û ziman cuda bin jî dengê xwe bilind dikin, têkoşîna hevpar mezin dikin.
8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê wek her sal îsal jî li her çar alî cîhanê tê pêşwazîkirin. Jinan li gelek bajaran dest bi xebatên 8’ê Adarê kirin û start dan. Di çarçoveya van amadekariyan de rêxistin, înstiyatîfên jinan bi civîn û hevdîtina bernameyên xwe teşe dikin û bangên ji bo çalakî û bernameyan tênkirin.  DOSYA