Piştî 8 salan şûnde ji nûve bû navnîşana çareseriyê

  • 09:03 23 Sibat 2026
  • Rojane
Pelşîn Çetînkaya
 
AMED - DÎKASUM ku 8 sal şûnde piştî qeyûman ji nû ve hat vekirin, piştgiriya piralî dide jinan û di 2025’an de 393 serlêdan ji bo saziyê hatin kirin. Civaknas Evîn Ezen Alp da zanîn ku serlêdan ne tenê der barê tundiya fîzîkî de ye û got jin bi daxwazên aborî, psîkolojîk û piştgiryên din serî li navendê didin.
 
Navenda Lêkolîna Pirsgirêkên Jinan û Pêkanînê ya Amedê (DÎKASUM) ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, piştî 8 salan şûnde di Çileya 2025’an de ji nû ve hat vekirin. Navenda ku pirsgirêkên jinan tespît dike, der barê çareseriyê de xebatan dimeşîne û projeyan dike jiyanê, ji bo jinan xizmeta hiqûqî, psîkolojîk, şêwirmendî jî didome.
 
Civaknas Evîn Ezen Alp a di DÎKASUM’ê de dixebite, der barê serlêdanan de, xebatên dimeşînin de axivî.
 
‘Tundiya mêr berhema pergala serdest a mêr e’
 
Evîn Ezen Alp daxuyakirin ku çavkaniya tundiya jin dijîn pergala serdest a mêr e û wiha dirêjî dayê: “Yek ji pirsgirêka esas ya ku jiyana jinan diyar dike, pergala serdest a mêr e. Ev pergal dibe sedema ku jin li her qadê bi newekheviyan re tên rû hev e. Ev ne tenê şexsî di heman demê de dibe sedema newekheviyeke ku mirov nikarin xwe bigihînin mekanîzmayên piştgiriyê. Ev rewş ji perwerdehiyê bigire heta îstîhdamê ji mekanîzmayên îstîhdamê bigirin heta tevlibûna jiyana cemawerî, dibe sedema hemû newekheviyan. Rewşa em behs dikin di heman demê de tundiyê jî ava dike. Mixabin ev tundî jî ji yek cureyî ava nabe. Di vî alî de em dikarin bêjin ku tundiya li ser jinan ji serdestiya mêr a civakê diqewime.”
 
‘Polîtîka û newkeheviya civakî tundiyê diafirîne’
 
Evîn Ezen Alp destnîşan kir ku gelek cureyê tundiyê ketine nava hev û gelek jin tundiya dibînin fêm nakin û got: “Tundiya li ser jinê, ne şexsî ye. Tundiya li ser jinê polîtîk an jî civakî ye. Şer, koçberî û nexweşiyên komî tên jiyîn, yanî pirsgirêkên nava civakî an jî travmayên civakî û polîtîkaya bêcezahiştinê ya pergala polîtîk, şûndexistina destkeftiyên jinan, di nav malbatê de tunehesibandina jinê ev hemû rewşa tundiyê ne. Ji ber vê ev rewş dibin sedema zêdebûna tundiyê. Di xebatên me meşand de em dibînin ku tundî bi newekheviya civakî pêş dikeve. Gelek cureyên tundiyê di carekê de dikare bên jiyîn. Di dema serlêdanan de em cureyên din ên tundiyê yên jin pê re tên rû hev jî dibînin.”
 
‘Di salekê de 393 serlêdan’
 
Evîn Ezen Alp destnîşan kir ku DÎKASUM navendek piralî ye û wiha daxuyand: “Di civakê de gelek kêmasî hene. Civak tundiyê nas nake. Cureyên wê nizanin. Tundiya aborî, psîkolojîk, zayendî û dîjîtal nizanin. Gumanbar pir caran ên herî nêz in. Yên di nava malê de ne, an jî heval, xizmên wan e. Di serlêdanan de ev tên dîtin. Ev jî carek din nîşanê me dide ku ‘qada taybet qada polîtîk e’. Me li dijî van pirsgirêkan di Çileya 2025’an de DÎKASUM ji nû ve vekir. Ji roja hatiye vekirin 393 serlêdan hatin kirin. Ji van 352 hebî serî li DÎKASUM’ê dan, 41 hebî ji ser xeta tundiyê serlêdan kirin. Piştî tundiyê serlêdanên herî zêde hatin kirin ji bo piştgiriya aborî bû. Di serlêdanên hatin kirin de piştgiriya aborî hat xwestin. Em di vê mijarê de xebatan dimeşînin û berê van didin cihên têkildar. Koordînasyona di navbera saziyan de karê me hêsan dike. Ji ber vê jî em ne tenê wek şaredarî, di heman demê de em bi saziyên tendurisityê û her cureyê saziyan re bi kordîne dixebtin.”