Atolyeyên 8'ê Adarê
- 15:51 25 Sibat 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - TJA, di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de li gelek deveran atolye li darxist û bal kişand ser azadiya jinan.
Tevgera Jinên Azad (TJA), piştî îlankirina deklarasyona 8'ê Adarê dest bi çalakiyan kir. Di çarçoveya çalakiyan de li gelek deveran atolye li dar xist û bal kişand ser azadiya jinan û polîtîkayên şerê taybet.
Wan
Li taxa Xirabsorkê ya Sereva Wanê bi tevlîbûna parlamentera DEM Partiyê Gulderen Varli, hevseroka DEM Partiyê ya Sereva Fîlîz Ozturk atolye hat lidaxistin. Her wiha gelek jin beşdarî atolyeyê bûn û bal kişandin ser azadiya jinan.
Colemêrg
Li gundê Pagê ya Gevera Colemêrgê jî di çarçoveya çalakiyên 8'ê adarê de atolye hat lidarxistin û Aktîvîsta TJA'yê Leyla Bayram beşdar bû. Di atolyeyê de jinan fikr û ramanê xwe anîn ziman û li ser çareseriya pirsgirêkan rewestiyan. Jinan her wiha bal kişandin ser wekheviya di navbera jin û mêran.







