Li Mexmûrê Mîhrîcana 4’ê Nîsanê didome
- 12:34 4 Nîsan 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li wargeha penaberan a Mexmûrê 18’emîn Mîhrîcana Çand û Werzîşî ya 4’ê Nîsanê di roja dawî de bi şahî û pêşbirkên werzîşî didome.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, her sal ji aliyê Qada Perwerdê ve Mîhrîcana Çand û Werzîşî ya 4’ê Nîsanê tê lidarxistin. 18’emîn Mîhrîcana 4’ê Nîsanê ya Çand û Werzîşî ku beriya mehek bi turnuvaya futbolê dest pê kir, bi pêşangeha hunerî, pêşbirkên werzîşî, bi şahî û pîrozbahiyan didome.
Îro jî bi kelecanek mezin pîrozbahiya 4'ê Nîsanê hat destpê kirin. Bernameya pîrozbahiyê serê sibê saet di 08:00’an de bi çandina daran dest pê kir. Bi sedan şitlên daran ku wek sembola jiyaneke nû hatin çandin, bûn diyariya herî watedar a vê rojê.
Piştî çandina daran, xwendekar û gelê wargehê berê xwe dan qada pîrozbahiyê ango Navenda Çand û Huner a Mexmûrê. Reng û xemla zarok û xwendekaran xweşiktiyek bi wate dabû pîrozbahiyê. Di qada pîrozbahiyê de, xwendekarên amedeyî bi koreografiyek û destê wan de wêneyên Rêbertî nivîsa ‘APO’ xêz kirin.
Beriya pîrozbahî destpê bike, ji bo tevahî cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê komîteya amedekar Hevberdevka Qada Perwerdê Hêlîn Kara axivî û 4'ê Nîsanê li Rêberê Gelê Kurd û tevayî gel pîroz kir.
Piştî axaftinê, bi tilîliyan pastaya rojbûnê hat birîn.
Beşa herî bi kelecan a bernameya siharê, pêşbirkên di navbera dibistanan de bûn. Xwendekaran ji bo ku dibistanên xwe serbixin, bi hemû hêza xwe beşdarî lîstikan bûn. Lîstikên ku danê siharê hatîn lîstin jî torbe, meşa mêrû, mast û hêk bûn. Herwiha dem dem dinava şahiyê de navê xwendekarên ku di pêşbirkên dariştin, wêne, helbest û pêşbirkên werzîşî de pile girtine hatin xwendin.
Pîrozbahî wê piştî nîvro û şev bi bernameyên çandî û hunerî û heman coş û kelecanê berdewam bike.







