Li dijî êrîşên li ser destkeftiyên jinan banga yekitiyê
- 09:08 27 Sibat 2026
- Rojane
Buşra Turan
ÎDIR- Siyasetmedar Yildiz Tentîk Parîn û Necla Kum der barê zextên li ser destkeftiyên jinan de axivîn û gotin li dijî êrîş, tundî û binpêkirina mafan hemû jinan di 8’ê Adarê de vedixwînin qadan.
Ji 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê re demek kurt ma. Di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de li her derê Kurdistan û Tirkiyeyê jin li dijî tundî, newekheviya aborî, windahiyên maf, newekheviya zayendî rêxitsinbûn û piştevaniyê mezin dikin.
Hevşaredara Îdirê Nejla Kum û hevşaredara Xelfeliyê Yildiz Tendîk Parîn di çarçoveya 8’ê Adarê de nirxandin kirin.
‘Pirsgirêka jinê xwe dispêre 30 hezar sal berê’
Hevşaredara Xelfetiyê Yildiz Tendîk Parîn axivî û got pirsgirêka jinan mijareke dîrokî ye û di roja îro de jî êrîşên li ser jinan didomin. Yildiz Tendîk Parîn wiha got: “Pirsgirêka jinê pirsgirêkek dîrokî ya 30 hezar salî ye.Bi hezaran salan e jin tune tên hesibandin, destkeftiyên wan ji nedîtî ve tên û li her qadê di plana duyemîn de tên dîtin. Jin xizan hatiye hiştin û ji jiyana civakî hatiye durxistin. Lê bi têkoşîna hatiye meşandin, jin derketine plana pêş, bûne xwedî gotin û destkeftiyên mezin bidest xistine.
‘Azadiya jinan azadiya civakê ye’
Yildiz Tendîk Parîn wiha bi lêv kir: “Mexdurên herî mezin yên şer jin û zarokin. Lê jin jiyana civakî de bir ola pêşeng azadiya civakî xurt dike. Azadiya jinê azadiya civakê ye. Rola jinê ya di pêvajoya dîrokî de rast fêmkirin û di vê esasê de meşandina xebatan wê destkeftiyên jinan mezin bike. Pergala me ya hevserokatiyê xeta meya sor e. Mudaxale û zextên li ser destkeftiyên jinan didomin. Qeyûmên hatin şaredariyan ewil destkeftiyên jinan hedef girtin. Lê tevî vê jinan di her qada jiyanê de xwe heyî kirin û dengê xwe bilind kirin. Em hewl didin ji bo jinan qadan ava bikin. Li Tirkiyeyê polîtîkayên jinan pêk nayê û divê li dijî tundiyê, ji bo pêşîgirtina tundiyê mekanîzmayên bi bandor û diparêze bikevin jiyanê. Her wiha divê Peymana Stenbolê ji nûve bikeve jiyanê. Em ê dengê xwe her tim bidin bihistin. Em ê di 8’ê de li qadan bi awayekî xurt dengê xwe bidin bihistin.Ez bang li hemû jinan dikim ku 8’ê Adarê de li qadan bin.”
‘Divê piştevaniya jinan bê xurtkirin’
Hevşaredara Îdirê Nejla Kum jî diyar kir ku 8’ê Adarê xwe dispêre têkoşîna maf û wekheviyê ya jinan û wiha pê de çû: “Wek her derê cîhanê li Tirkiyyê jî jin bi tundiyê re tên rû hev. Lê ev rewş bi piştevanî û hişmendiya jinê dikare bê çareserkirin. Heta jin azad nebe civak azad nabe. Em dinêrin îro keda jinê tê tunekirin. Jin ji her qadê tên durxistin. Dengê jinan tê çewisandin, tundî tê kirin. Hepsê malê tê kirin. Yekane riya çareseriya vê mezinkirina hişmendiya jinê û xurtkirina piştevaniya jinê ye.”
‘Me projeya koperatîfê amade kir lê nehat qebûlkirin’
Nejla Kum diyar kir ku yekîneyên polîtîkayên jinan yên di dema qeyûman de hatibûn girti ji nû ve xistine jiyanê û got ji bo xurtkirina aborî û civakî xebatan dimeşînin lê hinek projeyên wan nehatine erêkirin Nejla Kum got: “Dema em hatin Midûriyeta polîtîka jinan hatibû girtin. Em hatin ser peywirê me midûriyet vekir. Em tax bi tax geriyan me jin guhdar kirin. Yek ji hewcedariya herî esas a jinan xurkirina borî bû. Me projeya koperatîfa jib o jinan amade kir lê nehat qebûlkirin. Tevî vê em projeyên xwe diaifrînin û derfetan ji bo jinan diafirînin. Berbi 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê em xebatên hişmendî û rêxistibûnê ya jinan dimeşînin. Em ê li taxan yekser bi jinan re bên gel hev. Hedefa me ev e ku çarçoveya 8’ê Adarê de li 14 taxan civîn pêk bên.”







