Dem û cihên çalakiyên 8'ê Adarê yên 6 bajaran diyar bûn

  • 15:49 28 Sibat 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Kongra Star bi daxuyaniyekê hûrgiliyên çalakiyên ku dê ji 1'ê Adarê heta 8'ê Adarê bi boneya Roja Jinan a Cîhanê li 6 bajaran bên lidarxistin, aşkera kirin.
 
Kongra Star têkildarî çalakiyên bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li Stadyuma Şehîdên 12`ê Adarê ya Qamişlo daxuyaniyek da. Daxuyanî ji hêla berdevka Kongra Star a Qamişloyê ve hate xwendin.
 
Di daxuyaniyê de hate destnîşankrin ku bi felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” ew ê destkeftiyên şoreşa xwe biparêzin û hate gotin: “Di serî de, di bîranîna giyan û xeyalê sembola berxwedana demê şehîd Denîz Çiya, Feraşîn, Rojbîn û tevahî şehîdan de, bi dilsoziya ku em ê bibin şopdarê rêya Sekînayan, Arînan, Evêsteyan, Salîha, Jiyan û Zeyneban 8`Adarê li Rêber Apo û li tevahî jinan û kedkaran pîroz dikin. Em 8`ê Adarê pêşwazî dikin û diyar dikin ku ev roj ne roja şahiyeke ji rêzê ye, lê belê ji bo me roja tekezkirina têkoşin, serhildan û bilindkirina asta rêxistin û berxwedana li hember tevahî hişmendiyên desthilatdar yên ku dijminatiya nasnameya jin a azad dikin.”
 
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku jin bi dehan salan e bi fedekarî û bedelên giran civak ber bi azadiyê ve bir û bûn pir ji bo pêkanîna aştî û demokrasiyê, lê “rejîma demkî bi wehşiyeteke pir mezin a li dijî pîvan û exlaqê mirovahiyê, rêbaz û zîhniyeta DAIŞ`ê temsîl dike; êrişî rol, misyon, nasname, çand û hebûna jinan dike, dixwazin vîna wan bi avêtina giyanê Denîzan û birîna keziya şervana Kurd a ku bi canê xwe yê ciwan rûmeta tevahî gel û jinên azad parast” bişkînin, wan qir bikin û wan ji rêya azadiyê jî dûr bixin.
 
Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku lê bi ruhê Şoreşa Jin û bi baweriyek pir mezin bi serkeftina aştiyê û gihştina demokrasiyê, ew tekez dikin ku ew ê bi hûnandina keziyên keçên Kurd şerê qirkirin û tunekirinê yê li dijî gelê Kurd tê meşandin, vala derxin û destkeftiyê şoreşa xwe bi hûnandina keziya azadiyê xeyal, hêvî û baweriya jinên cîhanê yên ku bi şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” bawerkirin vala nederxin û neşkînin. Li hember tevahî kujerên jinan û civakê ew ê bibin mertalên berxwedêr û ax, ziman, nasname, çand û rûmeta xwe biparêzin û bibin mîmarê jiyanek azad û wekhev.
 
Di daxuyaniyê de Kongra Star çalakiyên xwe yên ku dê li ser asta bajarên Amûdê, Qamişlo, Tirbespiyê, Çilaxa, Girkê Legê û Dêrikê li dar bixe, aşkera kir:
 
Di 1`Adarê de bi destê jinan tevahî bajar, rê û derî bên xemilandin, keziyeke 100 metre were hûnandin.
 
1`ê Adarê bi pêşengiya Tevgera Çanda Hîlala Zêrîn ji bo piştgiriya YPJ`ê dê çalakiyên hunerî li Navenda Mihemed Şêxo ya li bajarê Qamişlo were lidarxistin.
 
Di 2`yê Adarê de li bajarê Tirbespiyê civîna jinan were lidarxistin.
 
Li bajarê Qamişlo bi pêşengiya Tevgera Jinên Ciwan rêzesemîner û sinevîzyon werin lidarxistin.
 
Li bajarê Çilaxa dê jinên ciwan pankartên ku bi dest hatine xêzkirin bidaliqînin.
 
Di 3`yê Adarê de li piraniya bajaran semîner bên çêkirin û malbat werin ziyaretkirin.
 
Di 4`ê Adarê de li bajarê Amûdê civîna jinan were lidarxistin.
 
Jinên ciwan û Kongra Star bi hev re serdana gundê Jinwar bike.
 
Li Qamişloyê jinên ciwan dê li 2 cihan têkildarî parastinê semîneran çêkin.
 
Wê ziyareta malbatan bidome û bi şev serdana bendên parastinê bê kirin.
 
Jinên ciwan bi zarokan re dê balonên ku li ser wan “Jin, Jiyan, Azadî” hatiye nivîsandin berdin ezmanan.
 
Di 5’ê Adarê de li Dêrik meşa meşeleyan bê lidarixistin û jinên ciwan jî filmekî li heman cihî bide pêşandan.
 
Li Girkê Legê dê ji bo kedkarên jin gul werin dayîn.
 
Li Tirbespiyê civînek were lidarxistin.
 
Li Qamişloyê meşa bi meşaleyan.
 
Li Amûdê dayîna semîneran.
 
Di 6`Adarê de li Dêrikê bi pêşengiya jinên ciwan çalakiyek were lidarxistin.
 
Li Dêrikê dê bi zarokan re balon werin berdan.
 
Di 7`ê Adarê de li tevahî pakrewangehên şehîdan dê bi malbatê şehîdan re mûm werin vêxistin.
 
Bi pêşengiya jinên ciwan dê li Çilaxayê gul li jinan werin belavkirin.
 
Li Girkê Legê meşa bi meşaleyan.
 
Li Amûdê daxuyanî were dayîn û kezî bê hûnandin. 
 
Di 8`Adarê de dê li bajarê Qamişlo û Dêrikê 2 şahî werin lidarxistin.
 
Piştî dayîna daxuyaniyê jinan ji bo bîranîna bûyera qutkirina keziyê şervaneke jin bi 100 metreyî qumaşên ku rengê biharê nîşan dide, kezî hûnandin. Dê ew kezî sibe bê daliqandin.