Ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê banga li kedkarên Kurdî

  • 12:47 1 Adar 2026
  • Rojane

  

NAVENDA NÛÇEYAN  - Rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê ragihand ku ew rengê weşana xwe diguherînin û bang li nivîskar, wergervan û hemû kedkarên Kurdî kir ku tevkariyê li vê weşanê bikin.
 
Rojnameya Yenî Ozgur Polîtîka ku li Almanyayê tê weşandin û li Ewropayê tê belavkirin, hewl dide weşana xwe ya Kurdî xurtir bike.
 
Bi vê armancê jî bangek li nivîskar, wergervan û her kesên bi Kurdî re eleqedar kir.
 
Bangawaziya rojnameyê bi vî rengî ye:
 
"Hevalên hêja, nivîskar, wergervan û hemû kesên ku bi Kurdî re eleqedar in.
 
Em wekî Edîtoriya Çand û Hunerî ya rojnameya Yeni Özgür Politika bi kelecaneke mezin radigihînin ku em rengê weşana xwe diguherînin. Heta ji me tê em ji nûçeyên rûtîn dûr dikevin. Em dixwazin rûpelên çand û hunerî bi naverokên çandî, hunerî, wêjeyî, tenduristî, civakî, dîrok, ekoloji, rexneyî geş û xurttir bikin da ku xwendevanên me jî bi kêfxweşî wan bixwînin.
 
Ji bo vê nûbûnê em bang li we dikin:
 
Nivîskarên ku dixwazin gotarên taybet, kurteçîrok, helbest, gotinên rexneyî an jî nivîsên wêjeyî bişînin,
Wergervanên ku dixwazin berhemên edebî, çandî û hunerî yên ji zimanên din wergerînin Kurdî,
Rexnegirên ku dixwazin pirtûk, fîlm, pêşangeh, konser, şano û bûyerên çandî bi awayekî kûr û profesyonel binirxînin.
Em bi taybetî li nivîsên ku Kurdiya wan zindî, xweşik û dewlemend e digerin. Her nivîsek ku hûn bişînin dê alîkariya me bike ku rûpelên me hê xurttir bibin û xwendevanên me jî kêfxweş bibin.
 
Nivîs, werger û nirxandinên xwe ji kerema xwe re bişînin vê maîlê; kurdi
 
Em ê hemû nivîsên ku bigihîjin me bi baldarî bixwînin û yên ku li gorî standardên me bin di rojnameyê de bi navê we biweşînin.
 
Em bi dilgermî li benda nivîsên we yên bi çêjn, afirîner û Kurdî-xurt in. Bi hev re em rûpeleke çandî ya ku bi rastî tê xwendin û tê hezkirin ava bikin!
 
Bi rêzdarî û hezkirinek mezin em ji niha de dibêjin mala we ava.
 
Edîtoriya Çand û Hunerî/Rojnameya Yeni Özgür Politika"