DEM Partiyê giştînameya 1'ê Gulanê aşkera kir

  • 10:54 13 Nîsan 2026
  • Ramyarî
ENQERE - DEM Partiyê giştînameya xwe ya 1'ê Gulanê ya Roja Karker û Kedkarên Cîhanê eşkere kir. DEM Partiyê di giştînameyê de diyar kir ew ê li her derê li qadan bin û li dijî kedxwarî, şer û metingeriyê banga têkoşîna hevpar kir.
 
DEM Partiyê bi dirûşmeya, “Ji bo Ked, Aştî û Edaletê ber bi 1'ê Gulanê ve” giştînameya 1'ê Gulanê Roja Karker û Kedkarên Cîhanê aşkera kir. DEM Partiyê di giştînameyê de diyar kir ku banga Aştî û Civaka Demokratîk di têkoşîna ji bo ked, wekhevî, edalet, azadiyê jinê û ekolojjiyê de rênîşan dide û li dijî kedxwarî, şer û metîngeriyê banga têkoşîna hevpar kir. DEM Partiyê dê starta xebatên 1ê Gulanê îro bide.
 
DEM Partiyê di çerçoveya xebatên 1'ê Gulanê de ew biryar girtin;
 
“*Hemû xebat dê bi dirûşma "Ji bo Ked, Aştî û Edaletê ber bi 1'ê Gulanê ve" bên kirin.
 
* Li Kurdistanê Amed û Wanê mitîngên navendî dê bên lidarxistin û li bajarên derdorê jî dê tevlî mitîngê bibin.
 
* Li Tirkiye û Kurdistanê dê bi hezên ked û demokrasiyê ve bi awayekî hevpar mitîngên coş bên lidarxistin.
 
* Gund bi gund, tax bi tax û mal bi mal dê xebat bên kirin.
 
* Li avahiyên bajêr û navçeyan, rawestgehan û kolanan pankart dê bên daliqandin.
 
* Li Fabrîka, atoliyeyên tekstîlê, şantiyê, maden û bazaran stand dê bên avakirin û belavokên 1ê Gulanê dê bên belavkirin. Hevdîtinên karkeran dê bê kirin û meşen bangavaziya mîtîngan dê bê lidarxistin.
 
* Ji bo keda jinan bê dîtin dê bi Meclîsa Jinan re xebatên hevpar bên lidarxistin.
 
* Bi karkerên ciwan, karkerên zarok û bêkaran re hevdîtinên taybet dê bê lidarxistin.
 
* Dê piştgiriya berxwedana karkeran û grevan were kirin.
 
* Ji bo têkoşîna parastina Ekolojiye û li dijî qirkirina xwezayê dê xebat bên pêşxistin.
 
* Medyaya dîjîtal û xebatên çapemeniyê dê bi awayeke çalak bê bikaranîn.”