Akademiya Jineolojiyê ya PAJK’ê: Divê Jineolojî di navenda rêxistinbûna civakî de be
- 12:31 16 Cotmeh 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Desteya Akademiya Jineolojî ya PAJK’ê bang kir ku xebatên Jineolojiyê bibin malê civakê, werin sazîkirin û peywendiyên bi jinên Kurdistanî re werin xurtkirin. Komîteyê, destnîşan kir ku divê armanca herî pêşî rawestandina qirkirina civakî be.
Desteya Akademiya Jineolojiyê ya PAJK’ê di peyama ji bo Konferansa Jineolojiyê ya Ewropa şandî de tecrûbeya 11 salan a xebatên Jineolojiyê nirxand û bal kişand ser wezîfe û berpirsyariyên dema nû.
Desteyê diyar kir ku Jineolojî xwe dispêre tecrûbeya têkoşîna dîrokî ya tevgera azadiyê ya jinan û destnîşan kir ku xebat divê li ser esasê avakirina civaka demokratîk û azadiya jinê bên pêşxistin.
Desteyê ragihand ku Jineolojî divê bi komîteyekê re sînordar nemîne û ragihand ku hemû saziyên di bin sîwana tevgera jinan de divê vê perspektîfê di xebatên xwe de nîşan bidin.
Di peyamê de wiha hate gotin, “Her kes, sazî, rêxistin û çêkera ku bi armanca şoreşê û veguherîna civakî tevdigere, encex bi nêzîkatiyeke sosyolojîk a rast dikare bigihije armancên xwe yên polîtîk.”
Di peyamê de hate îfadekirin ku di qonaxa niha ya xebatên Jineolojiyê de pêdivî bi modeleke nû ya rêxistinbûnê heye û behsa girîngiya wê yekê hate kirin ku ji çêkera komîteyê derbasî modela akademiyê bibin. Hate diyarkirin ku lêkolîn, perwerde, xebatên nivîskî û fealiyetên akademîk divê di bin sîwaneke hevpar de xwe rêxistin bikin û bang hate kirin ku modeleke akademiyê ya layiqî zanista şoreşê jinê were avakirin.
Di peyamê de behsa girîngiya koordînasyona navbera saziyan û plansaziya hevpar hate kirin û hate gotin, divê kar û rol tevilhev nebin.
Di peyamê de, hat diyar kirin ku xebatên Jineolojiyê yên li Ewropayê di qada navneteweyî de bandoreke girîng çêkirine. Her wiha hat gotin ku xurtnekirina peywendiyên bi jinên Kurdistanî û Rojhilata Navîn re kêmasiyeke mezine. Komîteyê, di peyama xwe de ev tişt anîn ziman: “Di gihîştin û ketina nav zemîna civakî ya Kurdistan û Rojhilata Navîn de em di rewşeke rexnedayînê de ne.”
Di peyamê de, behsa sosyolojiya guherbar a civaka Kurd a li Ewropayê hat kirin û hat destnîşankirin ku divê xebat ji nêzîkatiyeke ku tenê piştgiriyê dide têkoşîna li welat derbas bibe. Hat gotin ku girîng e Jineolojî li ser zemîna xwe ya civakî xwe rêxistin bike û ji pirsgirêkên jin û civakê re bibe çareserî.
Di peyamê de, tundiya li dijî jinan, xefika tora fihûş û tiryakê ya li ser ciwanan û bandora neteweperestî û olperestiyê hat nirxandin. Hat diyar kirin ku, divê xebatên Jineolojiyê ji van hemû pirsgirêkan re bibin bersiv.
Desteyê destnîşan kir ku divê perwerde, lêkolîn û kampên Jineolojiyê rêxistinbûna civakî xurt bikin û wiha hat gotin: “Gava ku perspektîf û modela rêxistinkirin û plansaziya Jineolojiyê diyar dibe, erka herî girîng parastin û rêxistinkirina civakbûnê ye.”
Di dawiya peyamê de hat hişyarkirin ku divê têgeha Jineolojiyê ji kokên wê yên dîrokî neyê qutkirin û neyê berevajîkirin. Hat destnîşankirin ku Jineolojî xwe dispêre tecrûbeya têkoşîna tevgera azadiya jinên Kurdistanê û li ser vê bingehê banga hevpar kirinê û pêşxistina vê tecrûbeyê ya bi perspektîfeke stratejîk hat kirin.







