Li gundê Êlê qedexe didomin: Pêvajoyek heye, lê vegera gund tune ye!
- 09:03 25 Cotmeh 2026
- Rojane
Rabîa Onver - Nazlican Nûjîn Yildiz
COLEMÊRG - Gundê Êle ku salên 90’î de hat valakirin û ketin û têketin girêdayê desturê bûn, niha jî qedexeyên ketin û têketinê didomin. Jinên Êleli diyar kirin ku tevî pêvajoyê qedexeya ketina gund didome û got gundê wan wek di bin dagirkirinê de be.
Di salên 1990’î de di bin navê "ewlehiyê" de bi hezaran gund hatin valakirin, şewitandin û hilweşandin. Li gorî daneyên rêxistinên maf di salên 90’î de navbera 3 hezar û 700 û 4 hezarî de gund û mezra hatine valakirin û şewitandin. Li gorî raporên fermî jî ev hejmar 3 hezar û 428 e.
Yek ji van gundan gundê Êle ya Gever a Colemêrgê ye. Qedexeyên ketin û têketinên gund xwe dispêre dîrokeke kevntir. Di salên 1994’an de ji ber bombebarankirin û zextan gundî neçar man ji gund derketin û piştre beşek ji gundiyan vegerin jî ji 2015’an heta niha ketin û têketin girêdayê desturê ye, kontrolên GBT’ê û lêgerîn tênkirin.
Li Geverê ne tenê gundê Êle hatiye qedexekirin. Di meha Gulana 2026’an de gundiyên Êle, Pangenk, Kember û Kavlegund bi hinceta qedexekirina ketina gundan serî li Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) dan. Di serlêdanê de hat diyakirin ku gel nikare xwe bigihîne erd û qadên jiyanê, faliyetên çandinî û sewalkariyê tên astengkirin û hat diyar kirin ku li gund ji 300’î zêdetir erdên bi tapo hene.
Jinên Êleyî der barê qedexeyan de axivîn û diyar kirin ku tevî pêvajoyê qedexe çima didome.
Ji bo serlêdanan bersiv tuneye
Emîne Atak da zanîn ku li dijî qedexeyan gelek carî serlêdan kirine û wiha got: “Em dixwazin hîn bibin ku çima qedexe hene.
Em li wir bûn. Em niha ne li gundê xwe dijîn. Jiyana me ji ver vê zehmet e. Em nikarin ji gundê xwe du kîlo firingî bibin mala we. Pêvajoyek heye lê ketina gund hîna qedexeye. Dibêjin sînorê Îranê heye û ji ber vê hûn nikarin bikevin gund. Em nakevinê lê li her derê gund qerekol hene. Çima ez nikarim bikevin gundê xwe? Bila bêjin. Min alavên xwe ji gund negirtin, min baxçeyê xwe neçand, min sewalên xwe nebir. Bila wê demê zirara me bidin. Em zehmetiyan dikşînin. Em di 94’an de ji gund derketin. Gundê me xweş bû. Bi şev û roj bombebaran dikirin. Ji ber vê em derketin. Leşkeran ketin gundê me. Digotin ‘hûn xwedî li PKK’ê derdikevin’. Li her derê qerekol çêkirin. Tevî pêvajoyê niha ketinên gund dîsa qedexene. Em dixwazim biçin lê destûr tuneye. Destûr tenê du rojan heye. Min ji wan re got pêvajo heye, çima qedexe didome. Gotin ‘tu eleqeya me bi pêvajoyê tuneye’. Ya bila qedexeyê rabikin. Yan jî bila zirara me çareser bikin.”
‘Gundê me di bin dagirkirinê de ye’
Emîne Atak jî diyar kir ku tevî pêvajoyê sozên hatine dayîn nayên cih û got: “Pêvajoyek tê meşandin wê demê divê axa me azad bikin. Gundê me di bin dagirkirinê de ye. Her çar aliyê wê girtiye. Madem pêvajo heye bila me berdin em biçin gundê xwe. Em ji bo ketina gundê xwe destûr digirin. Min sê hefte berê daxwazname da lê hîna bersiv nedane. Gundê me di bin dagirkirinê de ye.”
Jina bi navê Sînem Saygi jî bi lêv kir ku heta sala 1994’an li gund jiyana xwe domandine û piştî derketine çûne hatine û got: “Niha destûr nadin. Em nikarin biçin gundê xwe karê xwe bikin. Em neçar man li bajarna bicih bibin. Em nikarin kîloyek sebze bigirin. Dewletê em mexdûr kirin. Gund gundê me ye. Tapoyên me hene. Axa me heye. Lê asteng dikin. Bihêlin em ê biçin guzên xwe, pincarê kom bikin. Tu mafê wan tuneye me mexdur bikin. Divê çareyek bê dîtin. Pêvajoya didome ne tenê bêdengbûna çekane. Divê em bi awayekî azad li ser axa xwe bijîn. Ev jiyana azad jî girêdayê pêvajoyê ye.”
Suheyla Saygi jî got 30 sale ketina gundê wan qedexeye û 15 salên dawî de bi destûran dikevin gund û got: “Salên dawî de em bi destûrê diketin gund. Biharê em ji bo pincarê, payîzê ji bo fêkî em diçûn gundê xwe. Gundê me xweşe, fêkî, guzên mehene. Lê îsal qet destûr nedan me. Biharê em bi destûrê çûn. Xaniyên me li wir hene. Lê destûr nadin. Em armanca qedexeyê dixwazin bizanibin. Armanca wan çiye? Jiyan zehmet bûye. Lêçûnên me zêde bûne. Guz, fêkiyên me li wir in. Em nikarin biçin kom bikin. Em dixwazin ev qedexe bên rakirin.”







