Dîlan Karaman li Stenbolê hat bibîranîn
- 14:16 25 Cotmeh 2026
- Rojane
STENBOL – Li Navenda Çanda Bariş Manço ya li Avcilarê, çalakiya îmzekirina pirtûka bi navê "Dîlana Herî Xweşik a Cîhanê" hat lidarxistin.
Çalakiya îmzekirina pirtûka "Dîlana Herî Xweşik a Cîhanê" ku ji bo bîranîna Dîlan Kahraman a ber bi xwekuştinê ve hat kaşkirin, hatiye nivîsandin, li Navenda Çanda Bariş Manço ya li Avcilarê ya Stenbolê hate lidarxistin.
Malbat, hevalên Dîlan Karaman û gelek kesên din beşdarî bîranînê bûn. Li hola ku bîranîn lê hat lidarxistin dowizên bi nivîsa "Dîlan Karaman" hatin daliqandin û mûm hatin pêxistin. Di dema bîranînê de, ji Koma Hevra, Zeynep Dogan stranên Dîlan Karaman jê hez dikirin got.
Di bibîranînê xwişka Dîlan Karaman, Gonul Karaman, Parêzer Eren Keskin û Hevberdevka HDK'ê Meral Daniş Beştaş axivîn. Di axaftinan de hat gotin baweriya Dîlan Karaman her tim hêz daye.
Bernameya bîranînê bi pêşkêşkirina sînevizyon û stranan bi dawî bû.







