Çarenûsa du jinên Kurd nayê zanîn

  • 14:19 26 Cotmeh 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Dengê Girtiyên Îranê aşkera kir ku rejîma Îranê du jinên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê girtine; Perya li cihekî nehatî naskirin tê ragirtin, Sedrî jî di bin zextên giran ên ewlehiyê de ye û gef li malbata wê hatine xwarin.
 
Dengê Girtiyên Îranê derbarê girtin û çarenûsa du jinan a li Rojhilatê Kurdistanê, raporek weşand.
 
Di raporê de hatiye diyarkirin ku îro şeş roj di ser windakirina zarokeke 17 salî ya bi navê Perya Nasirî re derbas dibin. Perya di 21’ê Cotmeha îsal de, di encama êrişa hêzên Rêveberiya Îstîxbaratê (Îtîlaat) ya li ser dibistana wê ya li bajarê Nexedeyê hate girtin û ji bo cihekî nediyar hate veguhestin. Çarenûs û cihê ragirtina wê hîn jî nehatiye aşkera kirin û ji mafê peywendîdanîna li gel malbata xwe hatiye bêpar hiştin.
 
Heman çavkaniyê da zanîn ku îro nêzîkî mehekê di ser girtina Sedrî Bexşî ya 43 salî û xelkê gundê Weştape ya ser bi bajarê Bokanê re derbas dibe. Ew hîn jî di girtîgeha Rêveberiya Îstîxbaratê ya Urmiyeyê de tê ragirtin û di bin zextên pir giran ên ewlehiyê de ye.
 
Hate destnîşankirin ku Sedrî di dirêjahiya dema girtina xwe de, tenê carekê destûra peywendiyeke kurt a telefonî li gel malbata xwe wergirtiye. Her wiha dezgeha îstîxbarata Îranê gef li malbata wê xwarine ku eger ew nûçeya girtina keça xwe di medyayê de belav bikin, wê rûbirûyî cezayên dadwerî yên pir giran bibe.
 
Di berdewamiya raporê de hate gotin ku nêzîkî mehek berê, hêzên Supaya Pasdaran bi heşt wesayîtên leşkerî êriş birine ser cihê niştecihbûna Sedrî Bexşî ya li gundê Weştape ya Bokanê; li gel lênêrîna malê û girtina wê, dest danîne ser telefona wê ya destan jî.
 
Di beşekî din a raporê de hate aşkera kirin ku girtina Sedrî Bexşî ji ber belavkirina parvekirinên wê yên di tora civakî ya Instagramê de çêbûye.