Dayikên Şemiyê li aqûbeta qurbaniyên Kerboranê pirsîn

  • 13:05 31 Cotmeh 2026
  • Rojane
STENBOL - Dayikên Şemiyê di hefteya 1127'emîn de li aqûbeta qurbaniyên Kerboranê pirsîn.
 
Dayik/Mirovên Şemiyê bi daxwaza “Bila windakirî werin dîtin, kujer bên darizandin” di hefteya 1127'emîn de li Qada Galatasarayê ya Stenbolê çalakiya xwe ya heftane li dar xistin. Dayikên Şemiyê, endam û rêveberên ÎHD'a Stenbolê û gelek parêzvanên mafên mirovan tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên windakiriyan hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Davût Altûnkaya yê 12 salî, Seyhan Dogan ê 13 salî, Nedîm Aykon ê 16 salî, Mehmet Emîn Aslan ê 19 salî, Abdûrrahman Olcay ê 20 salî, Abdûrrahman Çoşkûn ê 21 salî û Suleyman Seyhan ê 57 salî ku li Kerboranê hatibûn binçavkirin û kuştin, pirsîn.
 
Metna daxuyaniyê Mirova Şemiyê Gamze Elvan xwend.
 
Gamze Elvan anî ziman ku ew di hefteya 1127'emîn de jî li qadê têdikoşin û got: “Di vê hefteyê de em li ser dosyaya Kerbaronê ya ku biryara demborî hatiye dayîn, parve dikin. Di 29'ê Cotmeha 1995'an û 8'ê Adara 1996'an de gelek kes li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê hatibûn binçavkirin. Kesên hatibûn binçavkirin li Tabûra Cendermeyan ya Kerborê dihatin girtin. Piştî demekî hin kesên hatibûn binçavkirin, hatin berdan lê ji Davût Altûnkaya yê 12 salî, Seyhan Dogan ê 13 salî, Nedîm Aykon ê 16 salî, Mehmet Emîn Aslan ê 19 salî, Abdûrrahman Olcay ê 20 salî, Abdûrrahman Çoşkûn ê 21 salî û Suleyman Seyhan ê 57 salî tu agahî nehat girtin. Rayêdaran ji xizmên kesên winda re gotin; ‘piştî lêpirsînê, me wan berda’. Piştî 4 mehan li ser bûyerê 6ê Adara 1996an de laşê Suleyman Seyhan ê bêserî û şewitandî di bîrekî de hate dîtin. Piştî dîtina Suleyman Seyhan du rojan çawişê pispor Bîlal Batirir ê ku di Tabûra Cendermeyan ya Kerborê de erkdar bû, winda bû.
 
Di berdewama axaftina xwe de Gamze Elvan destnîşan kir ku daxwazen malbatan bêbersiv man û wiha pê de çû: “Piştî demekî ji bo lêpirsînan biryara ‘hewcehî bi lêpirsînê nîn e” hate danîn. Lê daxwaza malabatan encam girt. Bi serlêdana ÎHD'a Colemergê û xebatên ÎHDa Mêrdînê di 29ê Gulana sala 2009an de doz dîsa hate vekirin. Paşê rastî derket holê ku kesên hatine binçavkirin hatine kuştin. Di navbera salên 2012 û 2015'an de li gorî şahidên wê demê hestiyên kesên winda hate dîtin. Paşê Dozgerî ji bo Fermandar Hûrşît Îmren, Fermandarê Cendermeyan a Qerekola Kerboranê Mahmût Yilmaz, alîkarê fermandariya qerekolê Haydar Topçam û çawişên pispor û cerdewam jî di nav de 18 kesan re lêpirsîn da destpêkirin. Doz li Dadgeha Cezaya Bilind a 1an a Semsûrê hate dîtin. Agahiyên windakirina windayan di qeydên dadgehê de cih girt. Lê tevî delîlan, dadgehê di 4ê Tirmeha sala 2022yan de ji bo 18 kesan biryara beraetê da. Di sala 2026'an de Dadgeha Bilind bi hinceta 30 sal tijê bûye dozê girt. Em li vir bang dikin ji bo Davût Altûnkaya yê 12 salî, Seyhan Dogan ê 13 salî, Nedîm Aykon ê 16 salî, Mehmet Emîn Aslan ê 19 salî, Abdûrrahman Olcay ê 20 salî, Abdûrrahman Çoşkûn ê 21 salî û Suleyman Seyhan ê 57 salî û ji bo tevahî windayan edaletê bixwazin.”
 
Çalakî li qadê bi danîna qurnefîlan bi dawî bû.