Ji Şaredariya Peyasê xizmeta tenduristiya giştî
- 10:18 4 Mijdar 2026
- Tenduristî/Werzîş
AMED - Şaredariya Peyasê li Parka Ahmet Arîf a li Taxa Huzurevleriyê ji bo hemwelatiyên li wir xizmetên kontrola tenduristiyê yên belaş pêşkêş kirin. Şaredariyê ev xizmet di seranserê salê de li gelek deveran pêk aniye.
Bi armanca misogerkirina ku her kes bikaribe ji xizmetên tenduristiyê yên guncaw û wekhev sûd werbigire, Gerînendetiya Xizmetên Tenduristiyê ya Şaredariya Peyasê-ku tenduristiya giştî dixe navenda xebatên xwe-li Parka Ahmet Arîf a li Taxa Huzurevleriyê kontrolên tenduristiyê yên belaş û xizmetên agahdarkirinê pêşkêş kirin. Li konê tenduristiyê yê ku di nava parkê de hatibû danîn de, ji bo hemwelatiyan pîvandina şekir û tansiyona xwînê, her wiha pîvandina bejn û giraniyê hatin kirin.
Di daxuyaniyekê de ku ji aliyê Gerînendetiya Xizmetên Tenduristiyê ve hat belavkirin de wiha hat gotin:
“Bi rêya vê însiyatîfê ku wekî beşek ji xizmetên me yên tenduristiya pêşîlêgir tê meşandin, me armanc kir ku rewşa tenduristiyê ya hemwelatiyên xwe di qonaxeke destpêkê de binirxînin, pirsgirêkên tenduristiyê yên potansiyel tespît bikin û li cihê ku pêwîst be, wan ji bo xizmetên tenduristiyê yên guncaw bişînin. Li gorî felsefeya me ya rêveberiyên herêmî ya li ser bingeha hevgirtinê û civakbûnê, em ê bi biryardarî hewldanên xwe yên bi vî rengî bidomînin da ku xizmetên tenduristiyê ji bo her kesî wekhev, adil û gihîştî bin.”
Şaredariyê ev xizmet di nava salê de gelek caran hem li navenda bajêr û hem jî li gundên bi ser navçeyê ve pêk aniye.







