Foruma diyalogê ya jinan dest pê kir

  • 12:12 18 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
HELEB - Bi beşdariya 100 jinan foruma diyaloga nîştimanî ya navxweyî ya Sûriyeyê li Helebê dest pê kir.
 
Nivîsgeha Jinan a MSD'ê bi dirûşma "Yekitiya jinên sûriyeyî mîsogeriya çareserî û pêkanîna aştiyê li Sûriyeyê ye" foruma diyaloga nîştimanî ya jinan a Sûriyeyê da destpêkirin. 
 
Forum bi beşdariya 100 jinên ji Siwêda, Şam, Tertûs, Hums, Idlib, nûnerên Rêveberiya Xweser, Kongra Star û Kombûna Jinan a Zenûbiya li Hola Cezîre ya li taxa Şêxmeqsûd a Helebê dest pê kir û dê 2 rojan (18-19 Cotmeh) dewam bike.
 
Li gorî komîteya amadekar a forumê, forum dê bi axaftina seroka Nivîsgeha Jinan a MSD'ê Cîhan Xidro û hevseroka MSD'ê Leyla Qereman dest pê bike.
 
Di roja yekemîn de dê mijara yekemîn a bi navê "Bi çavê jinan stratejiya çareserkirina aloziyê" ji aliyê rêvebera Nivîsgeha Jinan a MSD'ê ya Helebê Zeyneb Qenber ve were şîrovekirin.
 
Mijara duyemîn a bi sernavê "Beşdraiya giştî ya jinên sûriyeyî” dê ji aliyê rêvebera Nivîsgeha Qamişlo ya MSD'ê Hindirîn Mihemed ve were şîrovekirin.
 
Forumê bi rêzgirtinê dest pê kir û bi axaftinan didome.