Ji Egîtîm-Senê protetsokirina MEB'ê

  • 20:48 18 Cotmeh 2024
  • Rojane
WAN - Li Wanê jinên Egîtîm-Senî dersa kincan a mamosteyên jin a MEB'ê protetso kir.  
 
Sendîkaya Kedkarên Zanist û Perwerdehiyê (Egîtîm-Sen) a Şaxa Wanê têkildarî ferzkirina cil û bergên zayendî li avahiya xwe ya Navenda Dan û Stendinê ya Aydin Perîhan daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Ez mamoste me, jin im û dizanim dê çi li xwe bikim, em polîtîkayên we yên zayendî qebûl nakin” hat vekirin. Endamên sendikayê tev li daxuyaniyê bûn."
 
Sekretera Jinan a Şaxa Egîtîm-Senê Sema Aktaş metna daxuyaniyê xwend û diyar kir ku kiryarên hikûmetê yên ji nû ve dîzaynkirina jin û civakê li gorî polîtîkayên xwe yên zayendperest û paşverû bênavber berdewam dike. Semayê, wiha berdewam kir: “Divê bê zanîn ku jin li hemberî van hemû êrîşên li ser beden, maf û jiyana kedkarên jin ên perwerdeyê wê cesareta kesên ku destên xwe dane ser beden û cilên jinan bînin xwarê. Ne cih û ne karê tu kesî ye ku xebatkarên jin ên perwerdehiyê çawa li xwe bikin, "perwerde bike" Li şûna ku Wezareta Perwerdehiya Neteweyî bi kodên zayendperest û reaksîyonel polîtîkayên perwerdehiyê ji nû ve biguherîne, ji mobîng, cudakariya zayendî, tundî û windakirina mafan re ku xebatkarên jin ên perwerdehiyê li dibistanan rû bi rû dimînin, çareyan bibîne.”