
Li Tişrînê çalakiya 4'ê Nîsanê û paqijiya biharê
- 14:19 4 Nîsan 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Gelê ku li Bendava Tişrînê li dijî êrîşan di nobedê de ye, di 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de paqijiya biharê kir.
Nobedarên bendava Tişrînê bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek li dar xist û derdora bendavê paqij kir. Nobedaran piştgirî da banga aştiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û daxwaza azadiya wî ya fîzîkî kir.
Nobedarên bendava Tişrînê bi vekirina pankarta "Rojbûna te rojbûna me ye" û bilindkirina wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan.
Di çalakiyê de Mehmûd Qeremox destnîşan got fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îlhama berxwedanê û têkbirina dijminan daye wan. Mehmûd Qeremox anî ziman ku dê heya bidestxistsina serkeftinê şopdarên xeta Rêber Apo bin.
Bi navê jinan Cîhan Mihemed jî axivî û got: "Bi rihê berxwedanê û îradeya azad em 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo yê ku bûye sembola ramana azad, edalet û wekheviyê pîroz dikin. Bi saya ramanên wî jin ji koletiyê rizgar dibin.”
Piştre nobedaran derdora Bendava Tişrînê û parka wê paqij kirin.