
Şoreşa jinê (7)
- 09:03 2 Adar 2025
- Dosya
Cihê şoreşê
NAVENDA NÛÇEYAN - Şoreşa Rojava di pêşketina nîqaş û têkoşînê de cihekî girîng digire. Tespît û nirxandinên jinên Kurd ji aliyê jinên cîhanê ve tên qebûlkirin û cihê şoreşa jinê jî Kurdistan û Rojhilata Navîn tê nîşandan.
Tevgera Azadiya Jinên Kurd, bi pêşketina xwe ya îdeolojîk, polîtîk, rêxistinî û çalakiyê dibe çavkaniya îlhamê. Di heman demê de ji aliyê tevgerên jinan ve wek hêza pêşeng a têkoşînê tê dîtin.
Di vê beşa nivîsa xwe de em mijara ‘cihê şoreşa jinê; li Rojhilata Navîn derfetên pêkanîna şoreşa jinê a duyemîn’ em ê bigirin dest.
Her civakek cihekî wan yê derketinê heye
Her sedemê bi pêşketina civakan re cihên ku jê derketine hene. Li Afrîkayê mirovahî derket holê, cihê şoreşa jinê ya ewil Hîlala bi Berket, Mepotamya jêr, Riha, warê şoreşa gelan Fransa, warê Ronesansê Îtalya û cihê derketina îslamê Nîvgrava Ereban jin ji van cihan e.
Şoreş û veguhestinên civakî di van cîhan de rû dane û li cîhanê belav bûne. Pirsgirêka azadiya jinê li hemû erdnîgariyan hatiye jiyîn û berxwedana jinê jî li hemû cîhanê belav bûye. Bi vê re diyarkirina cih şênberkirina şoreşê jî pêk tîne. Şoreşa jinê di serî de li Rojhilata Navîn û Kurdistanê derketiye holê.
Nakokiyên hatine afirandin
Şopa civakîbûna ku li derdora jinê pêşketiye, di berhemên dîrokî yên aydê hişê hevpar ê mirovahiyê û di çandên gelên qedîm ên li ser dijîn de hildigire. Di heman demê de ew xakên ku dîroka kontra-şoreşa mêr û koletiya jinê ya ku dewletbûn û avabûna çînan lê veşartiye. Ji ber vê yekê nakokiyên ku şoreş û dij-şoreşê afirandiye li derdora jinan tên meşandin.
Tevî hemû êrişên kapîtalîzmê...
Tevî êrişên giran yên kapîtalîzmê, Rojhilata Navîn nehat fethkirin lê Rojhilata Navîn alternatîfa xwe jî pêş nexistiye. Erdnîgariya ku ji aliyê pirtûkên pîroz ve wekî bihuşt tê binavkirin bi hilweşîneke cidî ya ekolojîk re rû bi rû ye. Di dema ku çavkaniyên binerd û jorîn têne dizîn û talankirin, şer, xizanî, bêkarî û koçberî bûye qedera mirovan. Berxwedana gel, lêgerîna wan a sîstemeke nû û helwestên wan ên antî emperyalîst ji holê tên rakirin û derfetên wan ên pêşketinê ji aliyê hêzên sîstemê ve tên xerakirin.
Kapîtalîzmê pirsgirêka azadiya jinê giran kir
Pêdiviya şoreşa Rojhilata Navîn a şoreşa jinê, li gorî encamên vê tabloyê bi rewşa jinê ve girêdayî ye. Zexta baviksalarî û pergala mêtingeriyê ya ku di van du sedsalên dawî de bi dagirkeriya kapîtalîzmê re li herêmê zêde bûye, pirsgirêka azadiya jinê kûrtir dike.Ev du sed sal e li herêmê rejîman maf û azadiy jinan serdest kiriye. Hewl didin jin bibin kewaniyên baş yên malê.
Di berxwedanên çandî û olî yên wek dij-emperyalîst tên dîtin de der barê azadiya jinan de perspektîf tune ne. Li Îranê piranî dijberê jinan encam dertên holê. Li Iraq, Afganîstan, Lîbya û Misirê jî rewş hîn xerabtir bûye.
Tevgerên li dijî sîstemê yên li herêmê ku nikarin bi fikra ewropayî û modernîteyê bi ser bikevin jî qels be jî, lê xwedî perspektîfeke ku ji xeynî projeyên nûjenkirinê bi asoyekî din ê azadiya jinê çareser bike nîne. Digel nakokiyên ku bi potansiyel pêşketina tevgerên anarşîst, ekolojîst û femînîst hewce dike jî, perspektîfa oryantalîst a van tevgeran dibe sedem ku li herêmê marjînal bimînin. Ji ber ku ajandayên wan ên siyasî, nêzîkatiya wan a pirsgirêkan, şêwaza jiyana wan nikare agahiyê bide û krîza herêmê çareser bike. Neo-lîberalîzma ku di pêşbînîkirin û tinekirina potansiyelan de pispor e, rêxistinên alîkariyê yên navneteweyî, projeyên jinan û rêxistinên sivîl ên ku fonên mezin bi rêya saziyên wekî NY, Banka Cîhanî û YE’yê tê razandin, ji bo sîstematîkkirina têkoşîna jinan a ku li ser bingehek serbixwe dixwaze bi pêş bikeve tên bikaranîn.
Têkoşîna xwe dispêre şoreşa jinan a Rojhilata Navîn
Ji bo çarereseriya pirsgirêka jinên nêzîkatiya hêza çareseriyê tune ye, li Rojhilata Navîn hewcedariyeke têkoşîna xwe dispêre perspektîfa şoreşa jinan derdikeve holê. Her çenk tevna exlaqî-siyasî ya Rojhilata Navîn ji aliyê zîhniyeta serdest a mêr, neteweperestî û olperestiyê ve z,rar dîtibe jî, hê jî zindiye Li gorî perspektîfa pozîtîvîst, gelek mijarên ku bi giştî paşverû û nepêşketî têne hesibandin, bi rastî dikarin bibin hêmanên modernîteya demokratîk. Bêyî endezyariya civakî, kokên civaka exlaqî-polîtîk dikarin veguherînin xweseriyên herêmî, komun, kooperatîf, akademiyên azad û yekeyên komunal ên demokratîk.
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan destnîşan diyar dike ku serkeftina şoreşên Rojhilata Navîn li ser esasê yekbûna nirxên wan ên dîrokî bi zanistê re dikare were bidestxistin, ji bo vê jî hewcedariya "aqilmendiya xwedawenda nû" datîne holê.
Veqetîna zayendî ya sêyemîn
Ji ber ku ew cihê ku her du şikestinên zayendî li dijî jinan pêk tên, di wê pozîsyonê de ye ku herî zêde pêdiviya sêyem qutbûna zayendî ya li hember mêran heye. Bi serxistina çanda malbat û xanedaniyê, jin xwedî îradeya mutleq di zarokbûnê de, perwerdekirina keçan li ser bingehê azadîxwaz, pêşxistina xweparastinê li dijî tundiyê mijarên jiyanî ne.
Bikaranîna ol
Astengiya bingehîn a ku tevgerên azadiya jinê li herêmê têdikoşin nêzîkatiya olê ye. Ol, bi taybetî jî Îslam weke meşrûkirina îdeolojîk a koletiya jinê tê bikaranîn û ji ber vê yekê di hedefa hin tevgerên jinan de ye. Paşguhkirina bandor û rola olê di civakê de û li ser esasê dijberiya olê pêşxistina azadiya jinê dûrî encamdayînê ye û dibe sedem ku ev tevger bi awayekî marjînal bimînin.
Li dijî netew-dewletparêziya ku di van du sedsalên dawî de pirsgirêkên li herêmê kûrtir kirine, divê di navenda siyaseta jinê de cih bigirin. Divê neteweya demokratîk di teorî û çalakiyê de weke modeleke analîtîk bê parastin. Biratiya gelan a li dijî neteweperestî, olperestî û zayendperestiyê, çareseriya pirsgirêkan bi muzakere û rêbazên aştiyane li dijî polîtîkayên şer û talanê, divê bibe helwesta hevpar a tevgerên azadiya jinê.
Şoreşa Rojava
Şerên cîhanî yên ku ji alî kapîtalîzmê ve ji bo çareserkirina krîzê xwe hatine destpêkirin, di her du şerên cîhanê de jî bûne sedema derketinên şoreşgerî, ji ber ku ew bûne sedema guhertina hevsengiyê. Ev yek ji bo şerê cîhanê yê sêyemîn ku li Rojhilata Navîn tê meşandin jî derbasdar e. Şoreşa Rojava jî mînakek wiha ye.
Ev yek di êrîşên li dijî destkeftiyên Şoreşa Rojava de, bi taybetî jî di dagirkirina Efrîn, Serêkanî û Girêspî de bi awayekî eşkere xwe nîşan da. Çeteyên paramîlîter ên wekî DAIŞ, El-Nusra û konsepta taybet a Tirkiyeyê êrîşî cih, çand û herî zêde jinan kirin.
Şerê paradîgmayan
Di vî warî de guncav e ku Şerê Cîhanê yê Sêyemîn wekî şerê paradîgmayan bê nirxandin. Aliyên şer hêz, gel, jin û şaristaniya serdest a dewletparêz in ku kevneşopiya şaristaniya demokratîk a Rojhilata Navîn temsîl dikin.
Parastina cewherî
Abdullah Ocalan bi perspektîf û pêniyarên xwe nîşan da ku di sêyemîn şerê cîhanê de ji bo bandorbûna tevgera azadiya jinan rêbazên din jî hene. Di xeta sêuyemîn a li dijî polîtîka hêzên emperyalîst de, hêza çareseriyê ya rêbaza netewa demokratîk hat dîtin. Her wiha girîngiya parastina cewherî ya ji bo jinan jî xwe da der. Abdullah Ocalan diyar dike ku bi vê tabloya li Rojhilata Navîn derketiye holê hewce bi şoreşeke duyemîn a jinan heye û got divê wek tevger pêşengî ji vê re bê kirin. Abdullah Ocalan her wiha ji bo bihara Ereban jî nirxandina ‘Ne bihara Ereban ya gelan û navenda wê jî Kurdistane’ dike.