
Tulay Hatîmogûllari: Îktidarê di vê pêvajoyê de azmûnek baş neda
- 15:08 15 Nîsan 2025
- Ramyarî
ENQERE - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku banga Abdullah Ocalan ji bo veguherîna civaka demokratîk vexwendineke û got: “Heta ku îktîdar ruhê vê bangê tune bihesibîne, heta ku gavan neavêje dê rêya demokratîkbûna welat venebe.”
Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari, di civîna koma partiya xwe ya heftane de li Meclisê geşedanên di rojevê de nirxand. Tulay Hatîmogûllari, bal kişand ser geşedanên li cîhan û Rojhilata Navîn û got ku rageşiyên ji ber bazirganiyê rû didin, veguherîne “şerên bazirganiyê” û ev yek xetereyeke cidî ya şerê herêmê bi xwe re tîne.
Tulay Hatîmogûllari, diyar kir ku zemîna şer û pevçûnên gelek mezintir li Rojhilata Navîn tê amadekirin û got: “Li navenda vî wêneyî de jî Îran heye. Mirov dikare bibêje ku şer ber bi Îranê ve berfireh dibe. Îran a ku li Iraq, Yemen û Sûriyeyê bibandor, divê teqez guh bide daxwazên gelan. Îran, bi înkarkirina Kurdan, Belucan û jinan nikare encamekî bi dest bixe.”
Tulay Hatîmogûllari, got ku li Sûriyeyê gel û bawerî tune tên hesibandin û di destûra bingehîn a nû de ne Kurd, ne Elewî ne jî jin hene. Tulay Hatîmogûllari, diyar kir ku komkujiya Elewiyan a li Sûriyeyê didome, ji cih û warên xwe tên kirin û bang li hikûmeta Tirkiye û hemû hikûmetan kir ku ji bo bidawîkirina vê komkujiyê bikevin nava tevgerê.
Bi domdarî Tulay Hatîmogûllari bal kişand ser “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got ku îktîdarê li dijî bangê rola xwe baş bi cih ne anî. Tulay Hatîmogûllari wiha domand: “Ev banga dîrokî, banga ji bo jiyaneke demokratîk û adilane ya 85 milyon hemwelatiyan bû. Her wiha ev bang vexwendina civaka demokratîk bû. Lê her ku îktîdar ruhê vê bangê tune dihesibîne û heke gavên pêwîst neavêje, dê rêya civaka demokratîk jî venebe. Tu polîtîkayên maf û hiqûqê tune dihesibîne rewa nînin û zirarê didin civak û aştiyê. Ji bo aştiyeke mayinde, hewcehî bi veguherîneke demokratîk heye. Aştî, bi demokrasiyê dibe. Di vê pêvajoyê de gavên girîng hene ku divê bên avêtin. Yek ji wan a herî girîng jî ew e ku berpirsyartî dikeve ser milê dewlet û îktîdarê. Ya din jî dikeve ser milê me tevan. Heke em destê xwe deynin bin kevir, em ê bikarin li vî welatî guherîn û veguherîneke mezin pêk bînin.
Jinên hêja, aştî ji bo me gelek girîng e. Yek ji rojevên me yên sereke ye. Em jin, li dijî zîhniyeta mêrê serdest ê şeran derdixîne, di aştiyê de israr dikin. Tundî, tecawiz, xizanî, bêkarî û kedxwariya şer gi xwe re tîne herî zêde bandorê li me jinan dike. Jinên Êzidî yên ji hêla çeteyan ve hatine revandin, zarokên keç ên Êzidî çawa hatin revandin û firotin me tevekan dît. Heta li naverasta Enqereyê hatin firotin. Heman tişt îro li dijî jinên Elewî yên Ereb tên kirin. Di sedsala 21’emîn de zarokên keç û jin li bazaran tên firotin. Li dijî van, em jin dê bi dirûşma Jin, Jiyan, Azadî heta dawiyê têbikoşin.
Bi ser pêvajoya aştî û demokratîk ku di meha Cotmehê de dest pê kir û di 27’ê Sibatê de bi banga dîrokî ya birêz Ocalan re tacîdar bû, 6 meh derbas bûn. Di van 6 mehan de me ji Asyayê heta Okyanusyayê, ji Ewropayê heta her devera cîhanê em geriyan û şandeyên me welatên cuda agahdarkirin. Şandeyên me ev pêvajo vegotin û nîqaş kirin. Em li her çar aliyên Tirkiyeyê jî geriyan û bi nêzî 100 hezar kesan re me hevdîtin kir, em axivîn û me pêvajo vegot. Em niha jî bi beşdariya deh hezaran dilxwazan re mal bi mal digerin. Dê ji cihên me nekarî xwe bigihînin re bi milyonan nameyan bişînin û civînên online li dar bixin.
Di encama van xebatan tevekan de em gihiştin wê qenaetê ku civak aştiyê dixwaze. Her kes ji vê re amade ye. Dixwazin tavilê aştî bibe. Her kes ji dil û can piştgiriyê dide vê pêvajoyê. Herî dawî birêz Erdogan û şandeya me hevdîtin kir. Hevdîtin erênî derbas bû. Bendewariya me ew e ku ev hevdîtin ji bo bilezûbezbûna pêvajoyê aştiyê û ji bo çareseriyê bibe wesîle. Di destê me de firsendekî mezin ê dîrokî heye.
Lê divê em bi aşkerayî biaxivin, bi ser re 2 meh derbas bûn lê me hêj jî gav û îradeyekî hêjayî bangê nedîtiye. Civak bi zelalî diaxive û dibêje îktîdar çima gavan naavêje. Dibêje çima ev pêvajo yekalî didome û hwd. Em jî ji îktîdarê dipirsin; di rewşeke tecrîd didome, yek gava şênber nayê avêtin, sepanên dij-demokratîk di meriyetê de û tayînkirina qeyûman didome de em çi bersivê bidin gel? Bi avakirina şert û mercên xebatê û azadiya têkilîdanînê yên birêz Ocalan re, bi derxistina qanûneke ji Meclisê ya ji bo bêçekkirinê re, bi pêşkeşkirina pêşniyarqanûna veguherîna demokratîk re dibe.
Muxalefet îro piştgiriyê dide pêvajoyê û bi çareseriyê re ye. Ev yek, tiştekî dîrokî ye. Cara ewil e li Tirkiyeyê ji bo aştî û çareseriyê piştgiriyeke wiha mezin tê dayin. Banga min ji bo partiya muxalefetê ya sereke û partiyên din e; aştî, meseleya hevpar a Tirkiyeyê ye. Çi dibe bila bibe divê em dev ji aştî û çareseriyê bernedin. Ya din jî ez dixwazim vê bibêjim; ji ber ku em li ser çareserî û aştiyê diaxivin, bila kesek nebêje me sepanên qeyûman ji bîr kirine. Ji bo Wanê dipirsim; qeyûm çima reşên zarokan digire?”
Piştî civînê bersivên rojnamegeran da.
Tulay Hatîmoğulları piştî civîna koma partiya xwe li Meclîsê pirsên rojnamevanan bersivandin.
Tulay Hatîmoğullari got, "Di hevdîtina bi Wezareta Dadê re gelek mijar wê di rojevê de bin. Mafê hêviyê, qanûna darvekirinê..."