Li Îranê teqînek mezin çêbû: Herî kêm 516 kes birîndar bûn

  • 16:39 26 Nîsan 2025
  • Cîhan
 
NAVENDA NÛÇEYNA - Li Bendera bajarê Bender Ebbas ya Îranê teqînek mezin çêbû. Di teqînê de herî kêm 516 kes birîndar bûn.
 
Li Bendera Şehîd Recayî ya li bajarê Bender Ebas ya başûrê Îranê teqînekî mezin çêbû. Rêveberiya Beşa Lezgîn a Parêzgeha Hurmuzgan ragihand ku di teqînê de herî kêm 516 kes birîndar bûne. Teqîn dema ku li Ummanê hevdîtina tûra sêyemin ya Îranê bi DYE’ê re destpê kir pêk hat, lê sedema vê hîna nayê zanîn.
 
Medyaya Îranê ragihand ku sedema teqînê ji ber çend konteynirên ku li qada sekûya bênderê hatine depokirin e. Hate hînbûn ku kesên birîndar rakirine nexweşxaneyê. Li gorî hin çavkaniyên xwecihî gelek xebatkarên benderê jiyana xwe ji dest dane.