
Ji Bijîşka aktîvîst Mehrang Beluc xeber tune ye
- 13:09 24 Nîsan 2025
- Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Pakîstanê 3 aktîvîstên ku bijîşk Mehrang Beluc jî di nav wan de ye, ji girtîgehê bi lêdanê hatin derxistin û nayê zanîn ku birine kuderê.
Li Pakîstanê bijîşka bi navê Mehrang Beluc, Bîbu Beluc û Golzadî Beluc ji girtîgeha ku tê de bûn, hatin derxistin û birin cihekî ku nayê zanîn. Li gor agahiyên ku Kampanyaya Aktîvîstên Beluc parve kirine, 3 kes di 22’yê Nîsanê de ji aliyê polîsên Rêxistina Têkoşîna bi Terorê re ya Pakîstanê (CTD) ve bi lêdanê ji girtîgeha ku tê de bûn, hatin revandin.
‘Bi lêdanek dijwar hatin revandin’
Nadîa Belûc ku xwişka Bijîşk Mehrang Beluc e, di ser X’ê re bûyera revandina wê ragihand û wiha got: “Xwişka min Bişîşk Mehrang, Bîbu Beluc û Golzadî, demek beriya niha ji Girtîgeha Huda ya li Quettayê ji aliyê CTD’ê ve hatine revandin. Em nizanin ku niha li ku ne. Di dema revandinê de rastî lêdanek dijwar jî hatine.”
Çi qewimîbû?
Bijîşk Mehrang Beluc, Bîbu Beluc û çend endamên din ên Komîteya Yekîtiya Belucan BYC, di 22’yê Adarê de beşdarî çalakiyek protestoyî ya li bajarê Quettayê li hember komkujî û wendakirina bi darê zorê ya gelê Beluc hat lidarxistin bûn. Piştî çalakiyê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin revandin û binçavkirin. Ev binçavkirin rastî nerazîbûnên mezin ên aktîvîstên mafên mirovan û gelê Beluc hatibûn.
Her wiha hatibû ragihandin ku Golzadî Beluc jî şeva 6’ê Nîsanê di encama serdagirtina hêzên ewlehiyê ya mala xwe ya li Quettayê de bi lêdanê hatiye binçavkirin.