Li Efrînê talana xwezayê

  • 12:49 13 Nîsan 2025
  • Ekolojî
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Niştecihan û çeteyên dewleta Tirk darên daristanan û zêdetirî 50 darên zeytûnan li gundewarên bajarê Şera yê Efrînê birîn.
 
Li Efrînê darên daristanan û zêdeyî 50 darên zeytûnan hatin birîn
 
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê - Sûriyeyê ragihand ku niştecihan û çeteyên dewleta Tirk zêdetirî 50 darên zeytûnan li zeviya ku dikeve navbera gundên Qurtequlaq û Qestal Kişkê yên bajarê Şera, birîn. 
 
Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê, darên hatine birîn ên şêniyê bi navê Fewzî Şêx Nasan ê ji gundê Qestal Kişkê ne.
 
Di hefteya derbasbûyî de, niştecihan darên daristanê yên di navbera gundên Qestal Cindo û Qitmê de birîn û birin bajarê Ezazê yê dagirkirî.