
Danişîna doza Narîn Guran hat taloqkirin
- 12:14 2 Gulan 2025
- Hiqûq
AMED - Danişîna doza ku xizmên Narîn Guran jê tên darizandin, hat taloqkirin.
3'yemîn danişîna doza duyemîn a der barê qetilkirina Narîn Guran a 8 salî ya ku di 21'ê Tebaxa 2024'an de li gundê Çûlî yê Rezana Amedê hat wîndakirin û cenazeyê wê 19 roj piştî wîndabûna wê hat dîtin, li 17'emîn Dadgeha Cezayê Asliyeya Amedê hat dîtin. Dema ku bersûc, parêzerên wan û xizmên kiryaran beşdar bûn, destûr nehat dayîn ku rojnameger danişînê bişopînin.
Dotmama Narîn Guran Bîrsen, apê wê Fuat, xaltiya wê Maşallah Guran, hevjînê meta wê Mehmet Şevket Kaya, pismamê wê Muhammed Kaya û xebatkarê Salim Guran Mehmet Selîm Atasoy ku girtî tên darizandin, xizmên Narîn Guran Şeyma Kaya, Hehîm Kaya, Halîş ên ji derve de tên darizandin tevli danişînê bûn.
Ceza tê xwestin
Piştî danişînê dozger der barê kiryaran de li ser esasê dozê mutalaya xwe temam kir. Li gorî wê dozger ji bo 15 sûcdaran ku 6 jê girtî û 3 jê zarok in, ji 6 meh heta 5 salan cezayê girtîgehê xwest.
Danişîna bi parastinan dewan kir hat taloqkirin. Biryara dewamiya girtina bersûc hat dayin û doz taloqî 30'yê Gulanê hat kirin.