
Li Amedê 1’ê Gulanê: Em ê tifaqa xwe mezin bikin
- 13:51 1 Gulan 2025
- Ked/Aborî
AMED - Hevseroka Şaxa Sendîkaya DÎSK-Genel Îş’ê ya Amedê Sabahat Sever di mîtînga 1'ê Gulanê ya Amedê de axivî û got: “Li dijî şer û xizaniyê, ji bo aştî û edaletê, ji bo mafên jinan, ciwanan, teqawidan û bêkaran, ji bo mafê perwerdeya bi zimanê dayikê û ji bo mafê tenduristiyê, ji bo azadiya kedê û civakake demokratîk em li qadan e. Maf nayên dayin, bi têkoşînê tên standin. Em ê bibin yek û bi ser kevin.”
Bi sed hezaran karker û kedkar îro bi boneya 1’ê Gulanê li qadan e. Yek ji bajarên 1’ê Gulanê lê tê pîrozkirin jî Amed e. Bi pêşengtiya KESK, DÎSK, TMMOB û Odeya Bijîşkan a Amedê û bi dirûşma “Ji bo azadiya kedê û civaka demokratîk em di 1’ê Gulanê de li qadan e” mitîng li dar xistin.
Bi hezaran karker, li pêşiya Ofîsa Mehsûlên Axê (TMO) hatin gel hev. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Serokê Giştî yê KESK’ê Ahmet Karagoz jî di vê kortejê de cih girtin.
Karkeran, pankartên “Em rê nadin kedxwariyê. Têkoşîn dê bidome. Bijî 1’ê Gulanê”, “Yên ji kar tên derxistin em in, yên li ber xwe didin em in, yên bi ser dikevin jî dê em bin”, “Ji bo azadiya kedê û civaka demokratîk em ê bêdeng nebin”, “Bi têkoşîna xwe ya rêxistinkirî em ê civaka demokratîk ava bikin”, “Em ê nebin xulamên îktîdar û sermayeyê” û “Agirê berxwedanê yê bi kedê gur dibe ber bi azadiyê ve dimeşe” hatin hilgirtin.
Girse, piştre jî ber Qada Stasyonê ve meşiya. Di meşê de dirûşmên “Bijî Yekê Gulanê”, “Bijî berxwedana kedkaran”, “Jin, jiyan, azadî”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî serok Apo” û “Ev hêj destpêk e têkoşîn dê bidome” hatin berzkirin. Di dema meşê de girseyê bi yekdengî sirûda “Çarxa Şoreşê” xwend.
Mitîng, bi deqeyek rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dayini, dest pê kir.
'Em ê bibin yek û bi ser kevin'
Hevseroka Şaxa Sendîkaya DÎSK-Genel Îş’ê ya Amedê Sabahat Sever, got: “Ne tenê keda me, mafên me yên herî sereke jî tune tên hesibandin. Mafên me yên bijartin û hilbijartinê tune tên hesibandin. Rojnameger, xwendekar, jin, sendîkavan hedef tên nîşandan. Hewl didin hemû derdorên civakê bêdeng bikin. Demokrasî, keda karkeran e, hiqûq ava edaletê ye. Ev pergal, pergaleke xerab e. Di vê pergalê de tu kes nikare bi ser keve. Ji bo azadiya kedê ji bilî xwerêxistinkirinê tu rêyên me yên din nînin. Li dijî şer û xizaniyê, ji bo aştî û edaletê, ji bo mafên jinan, ciwanan, teqawidan û bêkaran, ji bo mafê perwerdeya bi zimanê dayikê û ji bo mafê tenduristiyê, ji bo azadiya kedê û civakake demokratîk em li qadan e. Maf nayên dayin, bi têkoşînê tên standin. Em ê bibin yek û bi ser kevin.”
'Em dibêjin aştî'
Endamê Lijneya Rêveberiya Navendî ya TTB’ê Şerîf Demîr jî beşdarên mitîngê silav kir. Serokê Giştî yê KESK’ê Ahmet Karagoz jî ji ewil şîfaya xêrê ji bo endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder xwest. Şerîf Karagoz, got: “Ev kursî, kursiya karker, kedkar û hemû gelên bindest e. Mafên sereke û azadî yek bi yek ji holê hatine rakirin. Em ê bi tu awayî rê nedin ku pêvajoya aştiyê were taloqkirin. Di pêvajoya aştiyê de çi berpirsyartî bikeve ser milê me, em soz didin ku dê bicih bînin. Em her gava têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd biqedir dibînin. Dema li vê xakê me aştî pêk anî, wê demê dê bi zelalî were dîtin ku bandorê li sifreya kedkaran û aboriyê jî bike. Em dibêjin, aştî a niha.”
Perwerda bi zimanê dayikê
Bi domdarî Şerîf Karagoz anî ziman ku ew daxwaza welatekî ku hemwelatiya wekhev û aştî lê serwer dikin û axaftina xwe wiha qedand: “Em dixwazin ku zarokên me birçî neçin dibistanan, perwerdeyeke paşverû neyê dayin û di qada cemaweriyê de xizmeta bi zimanê dayikê were dayin. Pêdiviya her kesî bi çi hebe daxwaza wê dike û pêdiviya me jî herî zêde bi aştiyê heye. Ji bo gelên me bi hev re di nava aştiyê de bijîn, em îro li van qadan e. Ji bo ku çavkaniyên ne ji bo SÎHA’yan lê ji bo perwerdeyeke bêpere û xizmeteke bêpere û bi zimanê dayikê bên bikaranîn, em li vir in.”
'Divê em bi rêxistin bin, divê em bi hêz bin'
Herî dawî Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan axivî û bal kişand ser vê yekê ku kedkarên Tirkiyeyê yên ku berdêlên gelekî giran dane, jiyana mirovahî heq dikin û got: "Hûn jiyaneke ku tê de karker karibin debara xwe bikin, stargeh bibînin, zarokên xwe perwerde bikin, dema debara malbatên xwe bikin, xema aborî nedin, heq dikin. Em weke Partiya DEM'ê soza xwe dubare dikin ku em ê li ser maf û daxwazên we yên ku bi me re bin û jiyana xwe bidin ser xetê. Di rojên pêş de krîzek aborî heye û ji ber veguheztina çavkaniyan ji bo polîtîkayên şer, karker û kedkar bedêla herî mezin didin.
Birêz Ocalan bi ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ a di 27’ê Sibatê de li dijî cînayetên li kargehê helwest nîşan dide ku li gel aştiyê mafên karkeran diparêze, di aboriyê de jî edalet diparêze. Tê wê wateyê ku keda jinan zêdetir xuya dike. Ger em bi kedkar, bindestan, kedkar, kurd û elewiyan re vê bangê hembêz bikin em ê bigihin rojên xweş. Ger ev bangawazî pêk were, çavkaniyên ku diçin şer dê ji bo teqawîtbûyî, karker, betal û yên ku nikarin bi mûçeya herî kêm debara xwe bikin. Erka we birayên me yên kedkar e. Ev pergala hov herî zêde we îstîsmar dike. Lewma divê em bi hev re li dijî vê sîstemê bisekinin. Divê em bi rêxistin bin, divê em bi hêz bin."
Piştre jî hunermend Kasim Taşdogan derket ser dikê. Beşdarên mitîngê li ber stranên Kasim Taşdogan govend gerandin.