
Doza SES'ê hat taloqkirin
- 16:09 29 Nîsan 2025
- Hiqûq
ENQERE - Rûniştina dawî ya doza ku rêveberên berê yên SES'ê tê de tên darizandin, ji bo dîrokek din hat paşxistin.
Doza li dijî 8 endamên sendîkayê, ku Hevserokên berê yên Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê û Xizmetên Civakî (SES) Selma Atabey û Gonul Erden jî di nav de ne, bi tohmetên "endamtiya rêxistinê", "rêvebertiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê kirine" hatiye vekirin, berdewam dike.
Di rûniştina îro li Dadgeha Cezayê Giran a 22'yemîn a Enqerê de dihat payîn ku biryar bê dayîn. Lê belê, piştî ku serokê dadgehê hincet da, rûniştin ji bo 8'ê Cotmehê hat paşxistin.