
TJA: Jiyana demokratîk wê bi keda jinan were avakirin!
- 14:13 29 Nîsan 2025
- Ked/Aborî
AMED - TJA'yê bi minasebeta 1'ê Gulanê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got: "Werin em ji tecrubeyên hev xwe pêş bixin, hevgirtinê hertimî bikin, rêxistinbûnê xurt bikin. Keda me rêxistina me ye. Jiyana azad bi keda jinan pêkan e."
Tevgera Jinên Azad (TJA) bi minasebeta 1'ê Gulanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniya nivîskî de wiha hat gotin:
"Em wek TJA'yê îsal bi dirûşma 'Îsrara di sosyalîzmê de israra di azadiya keda jinan de', 1'ê Gulanê roja têkoşîna ji bo edalet û jiyaneke bi rûmet a kedkaran silav dikin.
Em vê rojê weke têkoşîna eşkerekirin, parastin û azadkirina keda jinê ya ku di dîrokê de ji nedîtî ve hatiye, pênase dikin. Li kêleka modernîteya kapîtalîst û pergala baviksalarî, keda jinê hem tê tunekirin û hem jî bi awayekî sîstematîk tê paşguhkirin. Jin ne tenê di hêza kar de; Di heman demê de ew di karûbarên lênihêrîna malê de, hilberîna çandiniyê, li ser rêyên koçberiyê, li cihên şer û demên krîzê de jî tevahî karê heyî de bar li ser pişta wan e.
Hêza jinûve veguherîna civakê
Îro li Rojhilata Navîn bi taybetî li Kurdistanê keda jinan ne tenê bi feqîriyê; Her wiha bi polîtîkayên şer, koçberkirin, asîmîlasyona çandî û şîdeta dewletê tê çewisandin. Bi destê qeyûman êrîşên li ser saziyan jinan ked û destkeftiyan dewam dikin. Keda jinê ji ber ku bi vîna siyasî ve girêdayî ye rasterast tê hedefgirtin; hewl tê dayîn ku wan ji jiyana civakî, çandî û siyasî dûr bixin. Weke TJA em azadiya kedê li ser bingeha azadiya jinê ji nû ve pênase dikin. Keda jinê ne tenê parçeyek ji hilberîna aborî ye; di heman demê de hêza ji nû ve avakirin û veguhertina civakê ye. Lewma têkoşîna me; Têkoşîna azadkirina her cure keda jinan ya li mal, kolanan, li qadan, li dibistanan, li girtîgehan û di rêyên koçberiyê ye.
Parastina keda jinan
Di 1ê Gulanê de banga me ji tevgerên jinên cîhanê re ev e: Werin em bi hev re qadên têkoşîna hevpar bi rêxistin bikin. Em wek jinên Kurd; di wê baweriyê de ne ku têkoşîna wekhevî û edaletê ya jinan li ser her erdnîgariyê ji Amerîkaya Latîn bigire heta Afrîkayê, ji Asyayê heta Ewropayê yek e. Li dijî desthilatdariya mêr a ku bi ziman û erdnîgariyên cuda lê bi heman pergalê û ji aliyê heman sîstemê ve tê meşandin, em têdikoşin. Nasname û keda jinan ancax bi xeta azadiyê ya ku sînoran nas nake dikare were parastin. Keda me; ne di çerxa pergala kaputalîst de; di jiyana demokratîk, ekolojîk û azadiya jinan de dikare wateyekê bi dest bixe.
Di 1'ê Gulana îsal de Banga me ji bo rêxistin, sendîka, kolektîf û tevgerên jinan ên cîhanê ev e: Werin ji bo ku em keda jinan azad bikin, têkoşîna xwe ya enternasyonal berfireh bikin.
Werin em ji tecrubeyên hev xwe pêş bixin, hevgirtinê hertimî bikin, rêxistinbûnê xurt bikin. Keda me rêxistina me ye. Jiyana azad bi keda jinan pêkan e!
Jin jiyan azadî"