Jinên karker hatin xelatkirin

  • 15:08 28 Nîsan 2025
  • Ked/Aborî
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistinên Civaka Demokratîk ên Kantona Reqayê bi boneya 1’ê Gulanê jinên karker pîroz kirin.
 
Rêxistinên Civaka Demokratîk ên Kantona Reqayê bi boneya 1’ê Gulanê Roja Karkeran, jinên karker xelat kirin. 
 
Li Parka Şaredariya Reqayê, Parka Jinên û taxa Mucemai yên li Reqayê diyarî pêşkêşî jinên karker hatin kirin.
 
Hevseroka Rêxistinên Civaka Demokratîk a Reqayê Muna Nesan der barê mijarê de axivî û 1’ê Gulanê li tevahî karkeran pîroz kir. Muna Nesan got: "Em Rêxistinên Civaka Demokratîk bi tevkariya Yekitiya Kedkaran me bi boneya 1’ê Gulanê pêngavek da destpêkirin. Pêngav bi daxuyaniya Yekitiya Kedkaran dest pê kir. Di vê çarçoveyê de îro em bi tevkariya Daîreya Parkan û Daîreya Paqijiyê jinên karker li cihên wan pîroz dikin û rola wan pêşwazî dikin."