'Bila berpirs bên darizandin'
- 16:13 28 Nîsan 2025
- Rojane
ENQERE - Hewldana Edaletê ya ji bo Roboskê diyar kir ku tevî bi ser komkujiyê re 160 meh derbas bûne jî hêj faîl nehatine darizandin û gotin: “Roboskê hafizeya xwînî ya necezakirin û bêhiqûqiyê ye.”
Hewldana Edaletê ya ji bo Roboskê di meha 160’emîn a Komkujiya Roboskê ya Qileban a Şirnexê de li ser Cadeya Sakarya ya Enqereyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Bila kujer bên dîtin, Roboskê êdî tu caran” hate hilgirtin. Endamê ÎHD’a Enqereyê Tanjun Gunduzalp di daxuyaniyê de axivî.
Tanjun Gunduzalp, diyar kir ku Komkujiya Roboskê sûcekî li dijî mirovahiyê bû ku li pêş çavê her kesî hate kirin û got: “Bila neyê jibîrkirin ku di pergalên hiqûq hatiye binpêkirin û necezakirin veguherî polîtîkayê, berpirsyarên komujiyan nayên darizandin. Mîna komkujiyên di sed salê de hatine kirin, Komkujiya Roboskê jî hafizeyeke xwînî ya necezakirin û pergalê ye.”
Tanjun Gunduzalp, anî ziman ku heta ji bo Roboskê û hemû komkujiyên din edalet pêk neyê dê aştî, azadî û demokrasî jî neyê û axaftina xwe wiha qedand: “Em li dijî polîtîkayên tundî, zext û necezakirinê yên îktîdarê li vir in. Heta ku berpirsyartên Roboskê tên darizandin em ê her tim edaletê biqîrin. Ji bo hemû binpêkirinên mafên jiyanê em dibêjin na ji necezakirinê re, bila faîlên Roboskê bên darizandin û heqîqet derkeve holê.”