
Serhildana keda nayê dîtin (5)
- 09:05 29 Nîsan 2025
- Dosya
Li Amerîkaya Bakur berxwedan pêşve diçe
Derya Ceylan
NAVENDA NÛÇEYAN –Li Amerîkaya Bakur, keda nayê dîtin li dijî mêtingeriya kapîtalîst û baviksalarî serî hildide. Jinên kedkar ên Meksîkayê bi şikandina zincîran dîrokeke nû ya berxwedanê dinivîsin.
Di dirêjahiya dîrokê de, parzemîna Amerîkaya Bakur bûye erdnîgariya nakokiyên kûr ên ku ji hêla kolonyalîzmê, belavbûna kapîtalîzmê û newekheviya zayendî lê bi teşe bûye. Pêla kolonyalîzmê ya ku Ewropayê di sedsala 16'an de dest pê kir, ne tenê di warê çavkaniyên xwezayî de bandor li parzemînê kir; û veguherand qada îstismarkirina sîstematîk a keda mirovan.
Dema ku împaratoriyên spananyolî, Brîtanî û Fransî li Cîhana Nû serdestiya aborî ava kirin, wan pergalek hilberînê li ser bingeha keda bi darê zorê ya gelên xwecihî û îstismarkirina welatiyên Afrîkayê ava kirin.
Di nava vê sîstemê de keda jinê rastî yek ji îstîsmara herî dijwar û nedîtî hat.
Jinên xwecihî di hilberîna çandiniyê, xizmeta malê û avakirina binesaziya kolonyal de dihatin xebitandin. Koleyên jin ên Afrîkî hem ji ber zayend û hem jî ji ber nijada xwe ducaran dihatin îstîsmarkirin: Dema ku hêza wan a fizîkî di hilberînê de dihat bikaranîn, di nava pêkhateya civakî de jî ber bi çîna herî nizm ve hatin ajotin.
Sîstema kapîtalîst ji zayîna xwe ve li Amerîkaya Bakur, keda jinê weke hêza kar a alîgir bi kar aniye. Jinan giranî dan ser hilberîna çandiniyê û bi şoreşa pîşesaziyê re, bi taybetî karên tekstîl, paqijî, xwedîkirin û komkirinê yên bi mûçeyên kêm bû para wan. Her ku pîşesazî bi pêş ket, jin hem bû beşek krîtîk a hilberînê û hem jî ji sendîkayîbûnê hat dûrxistin. Sîstema baviksalar, bi teşwîqkirina jinan ku bi rola xwe ya nav malê ve girêdayî bin, ev îstîsmara aborî hîn kûrtir kir.
Tevî ku şerên serxwebûnê û avakirina netew-dewletan soza azadiyên siyasî yên nû dan jî, newekheviyên aborî û civakî yên jin bi wan re rûbirû diman berdewam kirin. Şoreşa pîşesaziyê di dawiya sedsala 19'an û destpêka sedsala 20'an de serdemek ku keda jinê bêhtir neyê dîtin dest pê kir. Jinan bi mûçeyên kêm, saetên dirêj ên xebatê, bê sendîka û bê ewlekariya civakî di zincîra hilberînê de cih girtin.
Îro jî keda jinan li Amerîkaya Bakur bi newekheviyek cidî re rû bi rû ye. Jin neçar in bi pirsgirêkên pir-qatî yên wekî mûçeyên kêm, îstîhdama bê ewle, cudakariya zayendî û şîdeta li cihê kar re têbikoşin. Ev tifaqa dîrokî ya di navbera têkiliyên hilberînê yên kapîtalîst û civaka baviksalarî de, keda jinê dike beşa herî nedîtî a jiyana aborî û civakî.
Di vê çarçoweya berfireh a dîrokî de, mînaka Meksîkayê wekî yek ji erdnîgariyên ku herî zêde bandorên mîrateya kolonyalîzmê û pergala modernîteya kapîtalîst a mêtingeriyê li ser keda jinê nîşan dide, derdikeve pêş.
Ji kolonyalîzmê heta berxwedana Maquiladora
Meksîka ne tenê welatekî xwedî rabirdûyeke kolonyal e; erdnîgariyeke ku di heman demê de bi îstîsmara sîstematîk a keda jinê ya di nava tevnên gerdûnî yên kapîtalîzmê de tê bibîranîn û berxwedana ku li dijî wê pêşketiye ye. Di vê pêvajoya ku di bin kolonyalîzma Spanyayê de dest pê kir de, jinên xwecihî an bê pere û an jî bi mûçeyê kêm di çandinî, xizmeta malê û atoleyên piçûk de hatin xebitandin. Keda jinê hem wekî keda nexuya ya pergala aborî hem jî di binê hiyerarşiya civakî de cih girt.
Piştî serxwebûnê jî rewşa jinê ya civakî neguherî. Di nîveka sedsala 20'an de, bi taybetî bi polîtîkayên bazirganiya serbest ên Dewletên Yekbûyî û îmzekirina NAFTA-yê di sala 1994'an de, herêmên sînorê Meksîkayê bûn bingehên kombûnê yên kapîtalîzma cîhanî. Di van kargehên bi navê maquiladora de, bi taybetî jinan di karên kêm mûçe û bê ewle de dest bi kar kirin. Li vir kapîtalîzm ne tenê hilberîna rêxistinkirî; Di heman demê de keda jinê nedît û bê qîmet kir, mîrateya kolonyalîzmê domand.
Berxwedana jinan a li kargehên maquiladora
Ji salên 1960’î û vir ve jinên ku di kargehên maquiladora de dixebitin, li dijî şert û mercên dijwar ên îstîsmarê û şîdeta sîstematîk a li kargehê dest bi berxwedanê kirin. Di salên 1980 û 1990’î de bi kêmbûna karkerên jin ên bi mûçeyên kêm û zêdebûna kuştina jinan li bajarên sînor ên wekî Ciudad Juárez û Tijuana herêmên maquiladora xist rojeva cîhanê. Di vê pêvajoyê de ne tenê berxwedanên takekesî; Di heman demê de têkoşînên bi hêz ên rêxistinî derketin holê.
Rêxistinên wekî Comité de Madres con Hijas Desaparecidas, ku ji bo jinên wenda yên kedkar hatine damezrandin, ji bo mafên jinan ên aborî û jiyanî dest bi hişyarkirina raya giştî kirin. Di kolanan de dirûşma jinên kedkar “Jiyana me ne erzan e, keda me bi rûmet e” deng veda. Berxwedana li dijî pergala maquiladora ne tenê aborî bû û veguherî serhildaneke civakî.
Susana Prieto Terrazas: Dengê jinên Maqulîladora
Yek ji kesayetên girîng ên vê berxwedanê parêzvana mafên kedê û parêzer Susana Prieto Terrazas bû. Susana Prieto yek ji piştgirên herî girîng ê pêla grevê bû ku di sala 2019'an de ji nav karkerên maquiladora li bajarê Matamoros ê Meksîkayê de derketibû. Piştî van serhildanan Tevî zordestiya dewletê, maquiladora alîkariya qanûnî ya belaş pêşkêşî karkerên xwe kir. Ji ber vê têkoşînê Prieto di sala 2020’an de hat girtin û demeke dirêj di hepsa malê de ma. Lê Susana Prieto tevî zextan jî dest ji têkoşîna xwe berneda û got: "Jinên kedkar çîneke ku li vî welatî ne tenê hilberînê dikin û di heman demê de li ber xwe jî didin."
Di bin serokatiya Susana Prieto Terrazas de, karkerên jin li dijî maquiladora ne tenê ji bo mûçe û şert û mercên xebatê têkoşîn dan; Her wiha ji bo mafên sendîkayî, ewlekarî û mafê jiyanê têkoşîneke rêxistinkirî meşandin.
Di meşên 1'ê Gulanê yên li Meksîkayê de jinên kedkar îro jî dîrokê dinivîsin. Di meşên ji Ciudad Juarez heta Meksîko City de, jinên karkerên makîladora di rêza herî pêş de ne. "Laşê me, keda me, jiyana me ya me ye!" Ev dirûşm hem li dijî îstîsmara aborî hem jî li dijî zilma baviksalarî bû dengê serhildana kolektîf. Navê Susana Prieto Terrazas di meşan de gelek caran tê bilêvkirin û balkêşe ku têkoşîna wê çawa îlham daye nifşên nû yên karkerên jin.
Berxwedana jinan a li dijî kapîtalîzmê mezin dibe
Keda jinan a li Meksîkayê di nava zincîra newekheviyê de ku di bin siya kolonyalîzmê de dest pê dike û heta pergala mêtingeriya modern a pergala kapîtalîst dirêj dibe, pêk hatiye. Lê di dirêjahiya dîrokê de jinan ji bo şikandina van zincîran xwe bi rêxistin kiriye, li ber xwe daye û keda xwe ya nedîtî daye dîtin. Îro, karkerên maquiladora li meydanan in, li ser riya ku kesayetên mîna Susana Prieto Terrazas vekirine, ne tenê mafên aborî lê di heman demê de mafên civakî û siyasî jî dixwazin. Jinên kedkar ên Meksîkayê her 1'ê Gulanê careke din têkoşîna xwe ya wekhevî, azadî û rûmetê mezin dikin.