
Ji bo Ayşe Barim daxwaza 30 sal cezayê girtîgehê
- 21:34 29 Nîsan 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di îdinameya der barê Ayşe Barim de hatiye amadekirin ji sûcdariya ‘alîkariya teşebusa ji holê rakirina hikûmeta komara Tirkiyeyê’ 30 sal ceza hat xwendin.
Lêpirsîna der barê Ayşe Barim ya ku çavçoveya lêpirsîna Parka Gezî ya ku Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê dabûn destpêkirin hatibû girtin, temam bû.
Di îdianameya hatiye amadekirin de der barê Ayşe Barim ya girtî de ji sûcdariya ‘ cebîr û tundî bikar aniye û alîkariya teşebusa ji holê rakirina hikûmeta komara Tirkiyeyê kiriye’ ji 22 sal û 6 mehan heta 30 salî cezayê girtîghê hat xwestin.
Îdianameya ji aliyê serdozgeriyê hat qebûlkirin, ji bo nirxandinê şandin 26’emîn Dadgeha Ceza Giran a Stenbolê.